'Divê Kurd li dijî komkujiyan bibin yek'
Gerîlayên HPG'ê, mirovên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û bang li tevahiya gelên Kurdistanê kirin, ku dijî komkujiyan bibin yek û li ber xiyaneta nokeran rabin.
Gerîlayên HPG'ê, mirovên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û bang li tevahiya gelên Kurdistanê kirin, ku dijî komkujiyan bibin yek û li ber xiyaneta nokeran rabin.
Gerîlayê HPG'ê Helgûrt Merîwan bi wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebçeyê ji ANF'ê re axivî û got, "Mêtîngeran li Kurdistanê komkujiyên gelekî giran kirin. Yek ji van jî Helebçe ye." Merîwan da xuyakirin, ku van komkujiyan bi fermana 74'an a li ser civaka Êzidî dewam kiriye û anî ziman, şandina çeteyên PDK'ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, parçeyek ji vê plana berfireh a têkbirinê ye.
Merîwan got, "Êrîşa çeteyên PDK û dewleta TC li Şengalê, mînakek ji êrîşên dij bi Kurd e. Êrîşên li Şengalê tên kirin, ne yên qebûlkirinê ye. Li diJî çeteyên PDK û AKP'ê, lazim e gel yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bike. Planên dijmin ên ji bo 'têkbirina Kurdan' li erdnîgariya Kurdan li ser kar in. Girîng e haya gelê me ji vê yekê hebe."
'PÊWÎSTE HELEBÇE BIBE BAJARÊ SEMBOL'
Gerîla Helgûrt Merîwan di dewama axaftina xwe de ragihand, ku divê Helebçe li Kurdistanê bibe bajarê sembol û destnîşan kir, ku Kurd ji bo bibin xwedî maf, xwedî derfetan e. Merîwan wiha dewam kir: "Îro hevalekî me yê ji Helebçeyê diçe Kobanê û li wir şer dike, şehîd dibe. Hevalekî me yê ji Dersîmê tê li Başûrê Kurdistanê şer dike, şehîd dibe. Feraseta parçetiyê êdî ji holê radibe. Gelên li Kurdistanê dijîn divê mezin bifikirin, di asta neteweyî de bifikirin."
'LI DIJÎ XAYINÊN KURD, YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIVÊ'
Helgûrt Merîwan bibîr xist, ku êrîşa çeteyên PDK'ê ya li Şengalê heman piştî hevdîtinên Mesûd Barzanî yên bi dewleta TC a faşîst re rû dan û destnîşa kir li dijî van êrîşên qirêj, xwedîderketina li xebatên yekîtiya neteweyî girîng e. Merîwan got, "Çeteyên PDK'ê ku bi destê mêtîngerên Tirk ve hatin perwerdekirin, êrîşî gelê Şengalê kirin. Ev yek nîşan dide, ku xeta nokeriyê ya Kurd duh çawa be, îro jî hê bi heman rengî ye. Dîroka Kurdistanê her tim xiyaneta PDK'ê dinivîsîne. PDK li dijî yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê veguheriye helwestekê. Dijminekî Kurdan e ku li dijî yekîtiya neteweyî helwestê nîşan dide. Îro careke din eşkere bû, ku PDK xeta xiyanetê ye."
MIZÛRÎ: KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ BI DESTÊ REJÎMA BAAS Û XAYINÊN KURD HAT KIRIN
Gerîlayê HPG'ê yê ji Başûrê Kurdistanê Cûdî Mizûrî jî diyar kir, hesabê komkujiyan bi pêkanîna yekîtiya neteweyî dikare bê pirsîn û got, "Berî ku birînên nû li Kurdan venebe, lazim e em tedbîran bigirin. Ev jî bi yekitî û hevgirtinê dibe. Bi vî rengî em dikarin hesabê van komkujiyan bipirsin. Dijminên Kurdan ji bo êrîşî Kurdan bikin, li firsendan digerin. Girîng e em bi vê zanibin."
'PÊWÎSTE CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI RENGEKÎ ÇALAK TEVLÎ TÊKOŞÎNA RIZGARIYA NETEWEYÎ BIBIN'
Mizûrî da zanîn, ciwanên Başûrê Kurdistanê lazim e tevî hemû ciwanên Kurdistanê bi rengekî çalak tevlî têkoşîna rizgariya neteweyî bibe û wiha dewam kir: "Ciwan hêzeke çalak a civakê ye. Eger ciwanên Kurd bibin yek, ti hêz nikare pê. Girîng e ciwan li dijî xeta xiyanetê ya PDK'ê xwe bi rêxistin bikin. Bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim ku tevlî nava refên gerîla bibin û bi rola xwe rabin."
'KÎ LI BER YEKÎTIYA NETEWEYÎ RABE, WÊ BERDÊLEKE GIRAN BIDE'
Cûdî Mizûrî herî dawî got, "Kî li ber yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê rabe, ew bi êrîşkarên li Şengalê re yek e. PDK ev demeke dirêj e ji bo li pêşiya yekîtiya neteweyî bibe asteng, bahane afirandiye. Îro me dît ku PDK tevî dijminê Kurdan 'plana têkbirinê' bi cih tîne. Em nikarin vê qebûl bikin. Lazim e derhal ji vê vegere. Kî li dijî berjewendiyên Kurdistanê derkeve û xwe ji hevgirtin û yekîtiyê vegire, wê berdêlek giran bide."