'Divê hikumeta Iraqê tavilê dest bi jinûve avakirina Şengalê bike'

Beşdarên konferansa TAJÊ bal kişandin ser rêxistinbûna jinên Êzidî û gotin, “Divê hikûmeta Iraqê demildest, dest bi jinûve avakirina Şengalê bike. Em weke jinên Iraqê piştgirî didin jinên Êzidî.”

Di 23’ê Nîsanê de li Şengalê bi beşdariya 350 delegeyan Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, Ber bi Şoreşa Jinê ve” konferans lidar xistibû. Ji beşdarvanên konferansê Endama Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) Şeyîma Nebîl û Berpirsyara Rêxistina Or a Çandî ya Jin û Zarokan li bajarê Zîqara Iraqê û di heman demê de Endama Însiyatîfa Azadiya Ocalan Mûna Elhilalî ji ANF’ê re derbarê rêxistinbûna jinên Êzidî de axivîn.

JINA RÊXISTINKIRÎ JINA TÊKOŞER E

Nebîl diyar kir ku, jinên Êzidî yên ku xwe birêxistin kirine, dikarin li dijî her cure êrîş û zextan li ber xwe bidin û got, “Bi saya raman û felsefeya Rêber Apo îro jin dikare li dijî her cure êrîş serî hilde, xwe bi xwe biparêze û tola xwe hilîne. Tevahî cîhan ramanên Rêber Apo pejirandiye û esas digire. Jinên Êzidî jî mînaka vê yekê ne.”

JIN LI HER QADÊ DIKARIN BIXEBITIN

Nebîl destnîşan kir ku pêwîstiya jinê bi azadiyê heye û got ku divê jin rêveberiya xwe bi xwe bike. Nebîl anî ziman ku, divê jin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û wiha dewam kir, “Li dijî jinan siyaseta tundiyê tê meşandin, ne tenê li dijî jinên Êzidî. Li Başûrê Kurdistan, Iraq û tevahî cîhanê ev siyaset tê pêk anîn. Jin ne tenê hebûnek ku zarokan xwedî dikê ye. Weke her mirovek ew jî dikare bixebite, nêrînê xwe bîne ziman û xwe bi rêve bibe. Raman û felsefeya Rêber Apo dikare tevahî jinan ji bin zilmê û zordariyê rizgar bike.”

JINÊN IRAQÊ PIŞTGIRÎ DIDIN JINÊN ÊZIDÎ

Endama Însiyatîfa Azadiya Ocalan Mûna Elhilalî jî anî ziman ku, ji ber fermanê jinên Êzidî gelek êş kêşane û got, “Weke jin em gelek bi vê bûyerê êşiyan û ji bîra me naçe. Jinên Êzidî îro li dijî pergalê, li dijî her cure êrîş serî hildaye û xwe di her warî de birêxistin dike û pêş dixe. Em weka jinên Iraqê xwe parçeyek ji mafê gelê Şengalê û êşa jina Êzidî dibînin. Em ê jî weke wan daxwaza mafên wan bikin da ku karibin weke her gelekî li ser axa Iraqê bijîn. Çarenûsa bi sedan jinên Êzidî heta niha ne diyare. Bi dehan gorên komî hene hêj nehatine vekirin. Ev rewş me ji kûr ve xemgîn dike.”

JI BO DERBASKIRINA TRAVMAYA HOVÎTIYA DAÎŞÊ XEBATÊN CIDÎ HEWCE DIKE

Elhilalî destnîşan kir ku, pirsgirêka Şengalê pirsgirêkeke neteweyî ye û wiha bang li hikûmeta Iraqê kir, “Pirsgirêka Şengalê pirsgirêkeke neteweyî ye, erkên xwe yên neteweyî pêk bînin. Şengal jî yek ji bajarên Iraqê ye. Gelê Şengalê jî bi vê axê ve girêdayî ye. Ji ber vê divê hikûmeta Iraqê pirsgirêka heyî çareser bike. Divê rê vekin ku gelê Şengalê vegerin warên xwe û çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Her wiha pêwîste em piştgiriyê bidin jina Êzidî û wan bi tenê nehêlin. Em bang li perlementoya Iraqê jî dikin ku demildest dest bavêje mexdûrên fermanê û ji wan re jiyaneke bi ewle dabîn bike. Ji bo derbaskirina travmeya hovîtiya DAÎŞ’ê divê xebatek cidî bê kirin.”

Mûna Elhilalî da zanîn ku ji sedî heftê Şengal ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê wêran bûye û got ku divê hikumeta Iraqê di zûtirîn dem de bikeve tevgerê û xebatên jinûve avakirina Şengalê bide destpêkirin.