Dîsa gorek hate veguhestin

Abdulhamît Keskîn ê ku di bihara 1995’an de di şer de şehîd bûbû, cihê gora wî ya li Nisêbînê bi daxwaza Fermandariya Jendirmeyan a Nisêbînê, veguhestin goristaneke din.

Bi fermana Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Nisêbînê Fatih Dogan xwestin gora Abdulhamit Keskin ê di sala 1995'an de li taxa Birguriyê di şer de şehîd bûbû, gora wî hat guhertin. Agahî dan malbatê û cenazeyê Keskîn ji goristanê derxistin, birin Goristana Mohrîs a Navçeya Nisêbînê.

Piştî cenaze ji goristanê derxistin tenê destûr dan ku bav û bira tev li definkirinê bibin. Tekildarî guhertina gorê zabitnameyek hate nivîsandin. Li ser giliyê Bilal Karakaş ê li CÎMER’ê gilî kir, kar û barê lêpirsînê hatibû destpêkirin. Bi îddîaya ku Keskîn endamê rêxistinê ye û gor wekî "Bîrdarî" tê nasîn xwestin cihê gorê bê guhertin. Li ser daxwaza fermandariya cendirmeyan cihê gorê hate guhertin.