Dîmenên çalakiyên li Xeregol û Girê Leylekê hate weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya li dijî Girê Xeregol û Leylekê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû.

“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Şoreşerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de bi armanca silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê roja 16’ê Tebaxê saet 15:20’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Leylek yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek lidar xist. Hêzên me ji du baskan ve çûn nava baregehên dijmin û li çeperên dijmin dan. Hêzên me çeperên dijmin desteser kir, çûn ser cenazeyê leşkerekî, çekek BKC û zincîrekî fîşekan a vê çekê desteser kir. Hêzên me durbunekî teleskop a li çeperek din jî rûxandin. Di vê çalakiyê de bi giştî leşkerek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

Artêşa Tirk a dagirker a ku ji bo ewlehiya rêya diçe Girê Xeregolê ya Çelê yekîneyeke xwe peywirdar kiribû. Hêzên me di 26’ê Tîrmehê saet di 05.30’an de ev yekîne xistin kemînê. Hêzên me ji 2 aliyan ve li wan dane. Di vê çalakiyê de 11 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Hêzên me bi awayekî hemwext li kozik û baregehên dijmin ên Girê Xeregolê dane. Di vê çalakiyê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.”