Dîmenê wesayita zirxî ya li Silopiyayê hate rûxandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 23'ê Mijdarê ya gerîlayên YJA STarê, ku li Silopiyayê pêk anîn û wesayiteke zirxî rûxandin, weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî da bû:

"23'ê Mijdara saet di 11:30 de, li navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayiteke zirxî ya artêşa TC a dagirker a bi tîpa 'dag geyîgî' ku ji qereqola Giryareşê diçû qereqola Gitê, bû hedefa hêzên me yên YJA Starê. Bi derbên xurt ev wesayit hat rûxandin. Hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi hawan, top û tankan bombe li derdorê barandin. Yekîneya me ya ku çalakî kir, bi rengekî serketî vegeriya qadên xwe."