Dîlekçî: Em ê pêvajoyê hîn bi xurtî pêşwazî bikin

Hevserokê Wanê yê Partiya Kesk Çep Veysî Dîlekçî ku xwe li navend û 5 navçeyên Wanê bi rêxistin kiriye, diyar kir ku baldariya gel hêzê dide wan û got, "Em ê pêvajoyê bê, hîn bi xurtî pêşwazî bikin."

Hevserokên Bajarê Wanê yên Partiya Kesk Çep Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku gel piştgiriyeke xurt bi wan re dike.

Partiya Çep Kesk ku yek ji pêkhateyên HDK'ê ye, li 48 bajaran rêxistiniya xwe temam kir. Navend û 5 navçeyên Wanê jî yek ji van bajaran e. Hevserokên Wanê yên Partiya Çep Kesk Gonul Ûzûnay û Veysî Dîlekçî têkildarî karên xwe yên li Wanê ji ANF'ê re axivîn.

Hevserok Ûzûnay anî ziman ku partiya wan bi mîsyoneke ekolojîst, azadîparêz, wekhev û piştevan dest bi têkoşînê kiriye û got, "Me 11 salan karên xwe di bin sîwana HDK û HDP'ê de meşand. Me rêxistiniya xwe di vê çarçoveyê de pêk anîn. Bi taybetî bi qanûna hilbijartinê re piştî ku partiyên çep û sosyalîst mafê tevlîbûna li hilbijartinê bi dest xistin, me rêxistiniya xwe li qada herêmî xurtir kir. Me li 48 bajaran xwe bi rêxistin kir. Em ji gel re qala rêzikname, plan û bernameya partiya xwe dikin û karên xwe li qada herêmî xurtir dikin."

Hevserok Veysî Dîlekçî jî bal kişand ser eleqeya gel a ji bo partiya wan û got, "Eleqeyeke gelekî zêde heye û gelek serdanên qelebalix hatin kirin. Ev yek ji bo me bû hêz û moral. Em ê hîn bi xurtî pêvajoyê pêşwazî bikin. Bendewariyeke mezin a bi vî rengî ya gelê me heye. Bêyî gel siyaset û rêxistiniyek nabe. Di vê pêvajoyê de em ê pirsgirêkên xwe bi gelê xwe re nîqaş bikin, wan bikin beşek ji çareseriyê û rêxistiniya xwe ya siyasî xurtir bikin."