Dijminatiya li Kurdan wê dawî li desthilatdariyê bîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir, dijminatiya li Kurdan wê dawî li desthilatdariya AKP'ê bîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, pêkhateyên desthilatdariya nû ya dewleta Tirk, ku bi qasî êrîşî Şengal û Qereçoxê bikin 'dîn û har' bûne, xwe mehkûmî dijminatiya li Kurdan kirine. Altûn diyar kir, zexta ku li ser bingeha vê dijminatiyê li derve û hundir tê kirin, wê dawî li desthilatdariya heyî bîne.

Altûn rojeva heyî ji ANF'ê re nirxand.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, Tirkiyeyê krîza bi DAIŞ'ê re derket holê ji xwe re weke firsendekê dît û ji bo li Rojhilata Navîn serdest be û hegemonya xwe ava bike, polîtîkayek meşand.

Altûn got, "Ev polîtîka bi ser neket. Tevî ku bi hemû hêza xwe hewl da, dîsa jî ji bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn îzole bû. Siyaset û dîplomasiya xwe îflas kir. Kete nava rewşeke nebaş."

DEWLETA TIRK POLÎTÎKAYA XWE LI SER DIJMINATIYA LI KURDAN DIMEŞÎNE

Altûn anî ziman, dewleta Tirkiyeyê di nava du salên dawî de polîtîkaya xwe guherand û destnîşan kir, ku ev du sal in polîtîkaya xwe bi giranî li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dimeşîne.

Der barê sedema vê de jî Altûn bibîr xist, ku hem li herêmê, hem jî li çar parçeyên Kurdistanê encamên girîng derketine holê û wiha dewam kir:

"Li Rojavayê Kurdistanê Kurdan bi xurtî li ber xwe dan; bûn xwedî statuyekê. Xwe gihandin ragihandina herêmeke federatîf.

Pêşketinên li Başûrê Kurdistanê, li ser bingeha bidestxistina statuya Kurdan e.

Li Rojhilatê Kurdistanê liv û tevgerekê xwe da der.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, têkoşîna me ya 40 salan tevî pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê gihîşt asteke nû.

Li Bakurê Kurdistanê, rêxistiniya civakî, tevlîbûna li nava refên şoreşê, berxwedan û çalakiyên leşkerî, ji bo hikumeta AKP'ê û dewleta Tirk bi rastî jî pirsgirêkeke cidî ye. Li pêşiya wan du bijartek hene. Ya wê polîtîkaya xwe ya netewe dewletê di ber çavan re derbas bike û der barê Kurdan de polîtîkayeke nû ji xwe re diyar bike. Ya jî wê li gelemperiya Rojhilata Navîn hewl bide pêşî li pêşketina azadiya Kurdan bigire, bi taybetî di nava sînorên Misakî Mîllî de Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike."

Altûn anî ziman, dewleta Tirk bijarteka duyemîn hilbijartiye û diyar kir, desthilatdariya heyî ya Erdogan, ya jî erkana netewe dewletê ya kevneşop, dest ji înkarkirina Kurdan bernedaye.

Altûn bi dewamî got, "Dewleta Tirk û rêveberên wê yên îro AKP û Erdogan, dest nedan cewhera polîtîkaya kevneşop. Lewma xwe mehkûm kirin ku siyaseta xwe ya bingehîn li dora dijminatiya li Kurdan bimeşînin û di siyaseta navneteweyî de jî vê yekê ferz bikin. Polîtîkaya li hundir gav bi gav hê navendî dibe, otorîter dibe û faşîst dibe."

TIFAQA AKP-MHP'Ê JI RÊZÊ NÎNE; LI SER BINGEHA DIJMINATIYA LI KURDAN E

Di vê nuqteyê de Altûn işaret bi tifaqa AKP-MHP'ê kir û wiha dewam kir: "Ev tifaq tenê bi guhertineke destûra bingehîn re nikare bê vegotin. Di bingeha xwe de dijminatiya li Kurdan heye. Dijminatî û dijberiya li Kurdan 2 tiştan bi xwe re tîne: Ya yekemîn; zîhniyeta ku şêweyê destûra bingehîn diyar dike. Ya duyemîn jî rewşa desthilatdariya siyasî ya vê yekê ye."

Altûn got, "Ez careke din dubare dikim; Vê yekê li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dike. Hemû zextên heyî yên li Tirkiyeyê xwe dispêrin vê yekê. Siyaseta li qada navneteweyî jî di vê çarçoveyê de dimeşîne."

ARMANCA TIRKIYEYÊ PÊŞÎGIRTINA LI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA YPG'Ê YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir, netewe dewleta li ser înkarkirina Kurdan ava bû, heta ku karakterê xwe yê heyî bidomîne, amade ye bi her awayî tawîzan bide û got, "Ji bangên Erdogan ên li Koalîsyona Navneteweyî dike, mirov bi hêsanî vê yekê dibînin. Got, 'Çi gotin ku me nekirin, em jî dikarin biçin Reqayê, em jî dikarin li Reqayê şer bikin, lê belê şertê me ew e ku bi YPG ya jî bi QSD'ê re neçe...' Di vir de armanca bingehîn, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê nîne. Dixwaze pêşî li encam û asta têkoşîna azadiyê ya bi YPG'ê re ji aliyê Kurdan hate afirandin, bê girtin. Ev bi ser neket, bersiva xwe nedît. Herî dawî, hin encamên di operasyona Reqayê de derketin holê, hin biryarên operasyonê yên koalîsyonê, kir ku Tirkiye dîn û har bibe."

ÊRÎŞÊN LI ŞENGAL Û QEREÇOXÊ ENCAMA VÊ DÎNÎTIYÊ YE

Altûn ragihand, êrîşên dewleta Tirk ên li Qereçox û Şengalê kir jî, encama vê dînîtiyê ye û got, "Dest bi lêpirsîna sîstema xwe dispêre Ewropayê jî kir. Ku ev sîstem modela bingehîn a avabûna netewe dewlet e. Bi qasî ku bi rêya Rûsyayê şantajê bike, zêdegavî kir. Tevî ku ev yek gelekî bi rîsk bû, heta jê hat kir. Piştî ku encama dixwest ji vir bir dest nexist, hîn bêhtir dîn û har bû. Êrîşên li Qereçox û Şengalê jî di vê çarçoveyê de hatin kirin."

Li ser girîngiya êrîşên dawî Altûn got, "Ev êrîş ji du aliyan ve dikare bê analîzkirin: Ya yekemîn, ji aliyê polîtîkayên herêmê yên hêzên navneteweyî ve divê baş bê analîzkirin. Ya duyemîn jî ji aliyê polîtîkaya hundir ve, bi taybetî polîtîkaya navxweyî ya desthilatdariya li Tirkiyeyê divê bê nirxandin."

'EV XET PIŞTÎ KU JI DESTHILATDARIYÊ KET WÊ ÎFLAS BIKE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, êrîşên li dijî Rojava û Şengalê, zextên li nava Tirkiyeyê, rewşa xitimandî ya destûra bingehîn û biryarnameyên tên derxistin dema bên nirxandin, wê were dîtin ku hikumeta Erdogan hem li siyaseta xwe ya hundir hem jî ya li derve wê guhertinan neke.

Der barê pêvajoya ji niha û pê ve Altûn got, "Tê payîn li Kurdistan û Tirkiyeyê pêkanînên faşîst; zext, êrîş, kuştinên kiryar ne diyar, komkujî û înkar zêde bibin. Her wiha li qada herêmî û navneteweyî jî, dibe ku bi rengekî çavsorî polîtîkayên nû yên ku xwe bixîne nava şerê li derveyî welat, bimeşîne.

Erdogan siyaseta xwe naguherîne, gelekî zehmet e. Kengî hesabê kiryarên xwe da, hingî wê karibe guhertinê bike. Lê vê yekê nikare bide pêş çavên xwe. Lewma neçar e her awayî pîsîtiyê bike. Ev xet, piştî ku ji desthilatdariyê ket wê îflas bike."