Di zaboqa Cinêvê de rastiya ku tê nixumandin…

Hevdîtinên Cinêvê ku bi navê çareseriya siyasî li siberoja gelên Sûriyê nagerin lê berjwendî di pêşwaziyê de ne, 16’ê Gulanê dîsa dest pê dikin..

Her hevdîtin bi têkçûnê bi encam dibin, di hevdîtinan de bang li nûnerên rastîn ên Kurdan nakin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got, ‘’Bêyî me ji Cinêvê dîsa wê encam neyê girtin. Têkçûyiyê vê pêvajoyê ne em in.’’

Bi mebesta lêgerîna siyasî ji 2012’an ve bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) Hevdîtinên Cinêvê ev cara 5’an pêk tên.  Di civîna dawî ya Astanayê de, piştî biryara ‘’avakirina herêmên ewle’, dema ku mirov careke dî li paşeroja civînên Cinêvê dinere,  heke bi heman şêwaz û bi heman komên muxalîfan dest pê bike, diyar e ku hevdîtinên ku têne plankirin 16’ê Gulanê dest pê bikin wê dîsa bê encam bimînin.

Du aktorên sereke yên şerê navxweyî Rûsya û DYE, welatên li derdora xwe, ku ji ber berjewendiyên xwe tim eniya xwe diguherin, didin cem xwe û li ‘çareseriya siyasî’ digerin. Lêgerîna çareseriya siyasî bi navê Hevdîtinên Cinêvê her çendî ji 2012’an ve li ser maseya NY’ê hatibe danîn jî di dema borî de her çendî 5 caran hatibe ceribandin jî ti encam jê derneketiye.

Di hevdîtinên Cinêvê de bang li nûnerên Kurdan nekirin ku li herêmê hêza herî mezin a leşkerî û siyasî ne, Rûsyayê fêhm kir ku bêyî Kurdan ti encam jê dernayê, vê carê jî Îran da rex xwe, li Astana, paytexta Kazakîstanê bal kişande ser xaleke dî.

ASTANA KIR KU CINÊV HILMEKÊ BISTÎNE

Daxwaza çareseriya siyasî ya Sûriyê ku di navbera Astana û Cinêvê de diçû, her ku diçû şûna xwe ji neçareseriyê re hişt, bi civîna Astanayê re, Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê biryar li ser wê dan ku herêmên ewle werin avakirin û bi vî rengî jî kirin ku hevdîtinên li Cinêvê ku xitimîbûn hilmekê bistîne.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan de Mîstura ku rêveberê hevdîtinên Cinêvê ye, tevlî civîna Astanayê bûyî û piştî civîna Astana destnîşan kir ku divê Cinêv dîsa bicive. Piştre li bûroya NY’yê daxuyaniyek da û got, 16’ê Gulanê hevdîtinên Cinêvê wê dîsa dest pê bikin û ev hevdîtin wê 3 rojan bidomin.

Ji bo ku em bizanibin bê ka civîna Cinêvê ya ku wê 16’ê Gulanê dest pê bike encameke çawa wê jê derkeve, me xwest ji nêz ve li tiştên ku heta niha bûne binerin.

NE ÇARESERIYA SIYASÎ LÊ BERJEWENDÎ KETIN PÊŞBAZIYÊ

Bi pêşengiya NY’ê 30’ê Hezîrana 2012’an bi navê ‘’Li Sûriyê çareseriya siyasî’’ Cinêv- 1’ê dest pê kir û heta 31’ê Adara 2017’an di demên cuda de Cinêv -2, Cinêv-3, Cinêv-4,û Cinêv -5 pêk hat.

Di 16’ê Gulanê de di hevdîtinan ku heman ‘komên muxalîf’ hebin, encama hevdîtinan wê çawa be ji niha ve diyar e.

ÊN KU LI QADÊ NÎN IN LI SER MASÊ NE

Kî tevlî hevdîtinan bûbû?

Nûnerên Kurdan ên siyasî ku derbarê siberoja Sûriyê de tekane hêz in ku xwedî projeya demokratîk in û li herêmê dijî terora DAIŞ’ê hêzeke jêneger in ji bo civînê nehatin vexwendin.

DYE û Rûsya bi taybetî di Cinêv 3, 4 û 5’ê de gotin bêyî Kurdan çareseriya siyasî pêk nayê, paşmêrê DAIŞ’ê û eniya Sinnî nexwestin ku Kurd tevlî Cinêvê bibin.

Di Cinêv-3 û civînên dî de li ser navê rejîma Esad Konsolosê Sûriyê yê NY’yê Beşar Caferî û şandeya wî, nûnerên Koalîsyona Hêzên Muxalîf ên Sûriyê (KHMS), Şandeya Koneya Netewî (ŞKN), ji komên çekdar nûnerên Ceyş-ul Îslam, Ahrar’u Şam, OSO hazir bûn. Ev kom, bi navê Komîteya Muzakereya Bilind a bi Seroktiya Nasir El-Harîrî tevlî Cinêv-4 û 5’ê bûn.

JI HEVDÎTINAN TI ENCAM DERNEKET

Di hevdîtinan de çi bû?

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’ê Staffan de Mîsture, di nav çarçoweya  biryara bi hijmara 2254’an a Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de her çendî xwest li mijarên rêveberî, destûra nû, mijarên hilbijartinê bisekine jî bi ser neket.

De Mîstura di navbera nîqaşa pêvajoya derbasbûna ya bi Esad re ku daxwaza Rûsyayê ye û li hêlekê jî komên ‘muxalîf’ de ku ti projeya wan ji bo çareseriya Sûriyê nîn e û hebûna Esad qebûl nakin, hevdîtinên bê encam bi rê ve bir.

 ‘MUXALEFETA’ LI SER MASÊ HÊZÊN TAŞERON IN

Şandeya rejîmê di hevdîtinan de tim got, komên ku bi navê ‘muxalîf’ ji bo Cinêvê hatine vexwendin ne muxalefata rastî in, komên terorîst in ku dixwazin Sûriyê parçe bikin û li pişt wan dewlet hene.

De Mîstura di hevdîtinan de nikarîbû herdu aliyan bîne odeyekê, bi daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinên Cinêv-5’ê diyar kiribû ku ti encam bi dest ve neaniye.

ENKS’Ê DIYAR KIRIBÛ KU EW DI HEVDÎTINAN  DE NE XWEDÎ FONKSIYONEKÊ YE

ENKS’ê ku di bin navê Komîteya Bilind a Muxalefetê de tevlî Cinêv-5’ê bûyî, ragihandibû ku tevlêbûna xwe ya li Cinêvê dane rawestandin. ENKS’ê di daxuyaniya xwe de gotibû sedeme rawestandinê ew e ku Komîteya Bilind a ‘Muxalefet’ê nehiştine ku ew bi De Mîstura re rûnin. ENKS’ê bi vê daxuyaniyê nîşan dabû ku di hevdîtnên Cinêvê de ti mafê wan ê axaftinê nîn e.

Di Cinêvê de di dema axaftinan de çi bû?

Di hevdîtinên Cinêvê de komên ku bi navê muxalîf hatine vexwendin qels bûn. Hêza wan a li qadê her ku qels bû destê rejîmê xurt bû. Bi taybetî jî piştî ku Heleb ji hêla hêzên rejîmê ve hate standin ti bandora ‘muxalef’îan li ser masê nema.

HER KU LÊGERÎNA ‘ÇARESERIYA SIYASÎ’ DOM KIR MIRIN ZÊDE BÛN

Li ser masê dema ku berjewendî di pêşbaziyê de ne, li qasdê şer bi hemû tudiyê dom kir. Her çendî di navê de agirbestên demkurt werin ragihandin jî, di şerê navxweyî de 300 hezar mirov hatine kuştin, 6 milyon mirov jî ji xaka Sûriyê derketine, li gorî îstatîstîkên saziyên navnetewî.

BERXWEDANA LI QADÊ TI WATEYA CINÊVÊ NEHIŞT

Li hêla dî hêza herî xurt  a leşkerî û siyasî Kurd ku ji bo civînê nehatin vexwendin, di maweya hevdîtinên Cinêvê de li dijî terora DAIŞ’ê ya ku bela serê dinyayê şerekî karîger kir û li hêla dî jî avakirina sîstema demokratîk a siberoja gelên Sûriyê domand.

Têkoşîn û polîtîkaya Kurdan a li qadê di serî de Tirkiye ku destekê dide komên bi navê ‘muxalîf’ ên li Cinêvê, planên hemû hêzên herêmê pûç kir, diyar kir ku bêyî Kurdan nîqaşa çareseriya siyasî ne pêkan e.

MUSLIM:  CINÊV DÎSA WÊ ENCAMÊ NESTÎNE

Di vê zaboqê de me ji Hevserokê PYD’ê Salim Muslim pirs kir bê ka ji Cinêv-6 çi hêvî dike.

Muslim diyar kir ku ji bo hevdîtina Cinêvê ku 16’ê Nîsanê wê dest pê bike ew nehatine vexwendin û wiha got: ‘’Weke roja pêşî em dîsa dubare dikin; bêyî me ji ti Civîna têkildarî Sûrî ti encam dernakeve. Hevdîtinên Cinêvê dîsa wê bê encam bimînin. Bêyî ku hesabê Kurdan were kirin, ên ku siberoja Sûriyê nîqaş dkin, baş dizanin ku bêyî Kurdan çareseriya siyasî nabe. Hem DYE û hem  Rûsya dizanin ku divê Kurd li Cinêvê bin. Her çendî li ser dijminatiya Kurdan a Tirkiyê em ji bo Cinêvê nehatibin vexwendin jî, em li qadê projeyên xwe pêk tînin. Ê ku têk diçe ne em in.’’