Di roja 100’emîn de meşên ji bo şikandina tecrîdê didomin

Meşên ji bo piştgiriya Leyla Guvenê didomin. Parlamenterên ku di baskê meşê yê Serhedê de cih digirin, tevî hemû astengiyên hêzên dewleta Tirk, ber bi Amedê ve dimeşin.

Meşa ku ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 99 roj in ji bo şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi dirûşmeya, "Di roja 100’î de em bi Leylayê re tecrîdê bişkînin" ji 15 navendên cuda û bi 7 baskan ber bi Amedê ve ketin meşê. Meşa destpê kirî, tevî hemû astengiyên polîsên Tirk didome.

Parlamenterên HDP’ê yên Colemêrg, Agirî, Wan û Îdîrê dest bi meşê kirî, danê vê sibê ji navenda navçeya Tetwanê ber bi Bedlîsê ve ketin rê.