Di operasyona qirkirina siyasî de li Amedê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de 4 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan hunermend Sarya Ertaş e.
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de 4 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan hunermend Sarya Ertaş e.
Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê li Amedê avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinan de hunermend Sarya Ertaş û Zîlan Dag, Berdan Çelîk û Mazlûm Kardaş hatin destgîrkirin.
Li ser hinceta serdegirtinê agahî bi dest nehate xistin. Tê gotin ku hejmara kesên hatin destgîrkirin, dibe ku zêde be.