Di nava rojekê de 2700 welatî vegeriyan Kobanê

Bi hezaran welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûn û li Pirsûsê bi cih bûn vedigerin Kobanê. Îro jî 2 hezar û 700 welatî vegeriyan Kobanê.

Bi hezaran welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûn û li Pirsûsê bi cih bûn vedigerin Kobanê. Îro jî 2 hezar û 700 welatî vegeriyan Kobanê.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin bi hezaran welatî neçar man cih û warên xwe terk bikin û li Pirsûsê bi cih bûn. Şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana dîrokî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û Kobanê azad kirin. Piştî azadkirina Kobanê ji Deriyê Sînor ê Kobanê ya Serxetê rojên Duşem, Sêşem û Înê welatî derbasî Kobanê dibin. Li gorî daneyên Mala Gel îro 2 hezar û 700 welatî derbasî Kobanê bûn. 

Welatiyên vedigerin Kobanê bi pêşengiya Mala Gel li malên ku zêde zerar nedîtine û bi ewle ne tên bicihkirin. Welatiyên ku vedigerin Kobanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û ew kelecana wan di liv û tevgera wan de tê dîtin.