Di lêpirsîna Narîn Guranê de 21 kes hatin binçavkirin
Di çarçovye lêpirsîna têkildarî qetilkirina Narîn Guranê hatiye destpêkirin de 21 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de 7 şêniyên malbatê jî hene.
Di çarçovye lêpirsîna têkildarî qetilkirina Narîn Guranê hatiye destpêkirin de 21 kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de 7 şêniyên malbatê jî hene.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û îro piştî 19 rojan cenazeyê wê di Rûbarê Egertutmazê yê li gund hate dîtin. Cenaze di tûrikekî de bû û bi keviran hatibû veşartin.
Piştî cenazeyê Narîn Guranê hat dîtin, der barê 21 kesan de biryara girtinê hat dayîn û hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de 7 şêniyên malbatê jî hene.