Di kongreya KNK’ê de ji bo Başûrê Kurdistanê banga piştgiriyê

Di danezana KNK’ê de, li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê banga piştgiriyê hate kirin.

Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn a ku li Hollandayê bi axaftinên nûnerên partiyên mêvan didome. Nûnerên partiyên YNK, Goran, Rojava û Komeleyî Îslamî tê de gelek kes  axivîn û bal kişandin ser vî tiştî ku ev xebatên KNK’ê pîroz in.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN ŞERMEZARKIRIN

Kongreya Asayî ya KNK’ê ya 17’emîn danezanek weşand û tê de nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê da.
Di danezanê de ev tişt hatin diyarkirin;

“Li Başûrê Kurdistanê piştî referandûma 25’ê Îlonê Tirkiye û Îranê dest bi ablûkayê kirin. Hikumeta Bexdayê jî paralelî polîtîkayên van dewletan têkilî û diyalogên xwe qut kir. Tirkiye, Îran û Iraq amadekariya êrîşên leşkerî dikin. Em van êrîş û ablûkayê şermezar dikin û bang dikin ku bila vê ambargoyê rakin. KNK piştgiriya daxwazên gelê Başûrê Kurdistanê dike û em diyar dikin ku em ligel wan in. Em bang li NY, DYA, Rûsya û YE û hemû saziyên navneteweyî dikin ku bila li dijî êrîşên Tirkiye, Îran û Iraqê derkevin.”