Di komxebata Kurd de rexneya li PDK’ê

Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed got parlamento bêkêr e û bi gotina ‘beriya her tiştî divê demokrasî û azadî hebe’ û rexne li rêveberiya PDK’ê anî.

Di nav çarçoweya xebatên yekîtiya netewî ya Kurd a KNK’ê de ku li Hollanda berdewam dikin Kurdên ku li derveyî welat dijîn di roja pêşî ya komxebatê de hatin cem hev. Di beşa pêşî ya komxebatê de Dr. Yusuf Mihemed axivî, got parlamento bêkêr e û bi gotina ‘beriya her tiştî divê demokrasî û azadî hebe’ rexne li rêveberiya PDK’ê anî.

Xebatên bi çarçoweya pêkanîna yekîtiya navxweyî ya Kurd ên ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) dike bi komxebata Kurdên li derveyî welat didome. Bi tevlêbûna nêzî 300 şexsiyet, akademîsyen, siyasetmedar û her wiha partî, rêxistin, sazî û dezgehên ji çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek welatan komxebat pêk hat. Di roja pêşî de ku nîqaşên kûr çêbûn gelek kes axivîn û li ser arîşeyên yekîtiya netewî ya Kurd û rêyên çareseriyê fikrên xwe gotin.

Li vir Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed jî axivî, PDK bi antî-demokratîkbûnê rexne kir, Serokê Komala Ibrahîm Alîzade jî got ji bo Kurdan fersendek çêbûye û rêya vê jî di yekîtiyê re diçe.

 ‘KOMXEBAT GIRÎNG IN Û DIVÊ WERIN PÊŞXISTIN’

Dr. Yusuf Mihemed bal kişande ser komxebatan û got, ‘’Ez van xebatên ji bo azadî û yekîtiya gelê me pir girîng dibînim û pîroz dibînim. Divê ev zêdetir werin geşkirin.’’ Mihemed bal kişande ser têkoşîna Kurdan a li dijî êrîşên DAIŞ’ê û got li dinayê hemûyî ev bi şanazî hatiye pêşwazîkirin û got ‘’Li Rojhilata Navîn têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê û paşverûtiyê ji hêla hemû dinyayê ve bi şanazî hatiye pêşwazîkirin û hurmeteke mezin ji bo vê heye. Îro dinya li ser Kurdan diaxive. Li dijî vê jî dijminên me vala nasekinin û her delîveyê têne cem hev, êrîşan tînin. Em jî ji bo ku hebûna xwe biparêzin divê em werin cem hev û di yek eniyê de bersivê bidin. Heke em nebin yek teqez ku fersenda ku ketî destê me wê ji dest me biçe.’’

 ‘PARLAMENTOYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊKÊR E’

Mihemed bi domdarî got Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bêkêr e û wiha domand: ‘’Niha li Başûrê Kurdistnaê hikûmet naxebite. Parlamento bêkêr e û sazî ne sazkar in. Ev kêşeyek e mezin e. Nîşana wê ye ku demokrasî û azadî nîn e. Nayê qebûlkirin ku saziyeke weke parlamentoyê bêkêr be. Lê divê îro parlmento û sazî sazkar bin û bikevin bin xizmeta yekîtiyê. Me Kurdan sedsala 20’an winda kir lê divê vê sedsalê em bi ser bikevin. Ji bo vê jî divê em Kurd hemû îdeolojî, partîtiyê li hêlekê deynin, ji hêla siyasî, leşkerî, aborî ve werin cem hev û ji daxwazên gel re bibin bersiv.’’

 ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN DIVÊ EM BIBIN YEK’

Serokê Komalayê Alîzade jîg ot Kurd ti caran ev çend nêzî azadiyê nebûne û wiha domand: ‘’Bêguman hin şertên vê hene, di serê vê de jî yekîtiya netewî ya Kurd heye. Îro dijminên Kurdan ji her hêlê ve êrîşê bi ser Kurdan de tînin. Divê em jî li dij vê bibin yek û bersivê bidin. Her partî, rêxistin divê berjewendiya xwe bide aliyekî, guh bide hesasiyetên gelê Kurd û siyasetê bike.’’

 ‘EM AZADIYA ŞENGALÊ DIXWAZIN’

Endamê Parlamentoya Ermenîstanê Kinyazê Hemîd Hesenov jî got ji bo azadiya Kurdan yekîtiya netewî pir girîng e û wiha domand: ‘’Beriya bi 50 salî navê Kurdan li dinyayê nebû, kesî guh nedidayê. Niha jî li hemû dinyayê têne nasîn. Li Rojava gelê me hatiye asteke girîng. Bi xêra wan hemû dinya behs dilêriya Kurdan dike. Divê em jî li gorî vê tevbigerin. Divê ti partî û rêxistin hev reş nekin. Divê em bibin yek. Em bi Rêber Apo û PKK’ê li hemû dinyayê têne nasîn.’’ Hesenov daxwazên Kurdên Ermensîstanê anî zimên û got, ‘’Ez Kurdê Ermenîstanê daxwaza Êzîdiyan dibêjim. Êzîdî têne mêtin, kuştin. Herî dawî li Şengalê komkujî çêbû. Niha Şengal bûye 3 parçe. Divê ev nemîne. Divê Şengal bibe yek parçe û xweser bibe. Ez hêvî dikim ku ev komxebat yekîtiya Kurd pêk bîne.’’

‘BI GIYANÊ KOBANÊ EM BIBIN YEK’

Endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Şêrko Emîn jî got, ‘’Divê hemû partî û rêxistinên Kurd berjewendiyên xwe û arîşeyên xwe li hêlekê bihêlin û ji bo yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê werin cem hev’ û got ew Tevgera Goran sermiyana herî mezin yekîtiya Kudan e.

Emîn wiha domand: ‘’Yekîtî ji hêla dîplomasî, aborî, leşkerî û sostal ve wê destê me xurt bike. Gelê me vê dixwaze. Çawa ku  li Kobanê, li Kerkûkê Pêşmerge û Gerîla bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kirin niha jî divê ev giyan hebe. Divê parlamento vebe, divê têkilî ne ji bo şexsan û berjewendiya partiyê lê ji bo gel û demokrasiyê be. Divê ti parçe bi parçeyê dî re dijminatiyê neke.’’