Di êrîşa dewleta Tirk de kalo û neviyê xwe hatin qetilkirin
Li Şengalê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de kalo û neviyê xwe hatin qetilkirin.
Li Şengalê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de kalo û neviyê xwe hatin qetilkirin.
Droneyeke bi çek a dewleta Tirk a dagirker li kirtasiyeyekê û li Meclîsa Gel a Sinûnê dabû.
Ji ber ku artêşa Iraqê asteng dike, hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn.
Droneyên bi çek ên dewleta Tirk li dikaneke kirtasiyeyê da. Di êrîşê de xwediyê dikanê û neviyê wî hatin qetilkirin. Hate ragihandin di êrîşê de Xidir Şivan Naso yê ku xwediyê dikanê ye û neviyê wî Salih Xidir Naso jiyana xwe ji dest dane.
NÛÇEGIHANÊ ÇIRA TV BIRÎNDAR BÛ
Droneyên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li Meclîsa Gel a Sinûnê û li sûka Sinûnê da. Hate diyarkirin 6 kesên sivîl birîndar bûne.
Hate ragihandin nûçegihanê Çira TV'yê Salih Berces jî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyeke Mûsilê.