DFG: Cotmehê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin, 4 hatin girtin

Li gorî rapora "Binpêkirina mafên rojnamevanan" a ku ji aliyê DFG'ê ve hate amadekirin, meha Cotmehê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin, 4 jî hatin girtin.

Komeleya Rojnemavanan a Dîcle Firatê (DFG) "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Cotmeha 2020'an" eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji ber ku nûçeya li ser avêtina du kesan a ji helîkopterê çêkirin nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jin Newsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji bo "hilanîna tolê" hatin destgîrkirin û girtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rojnamevan bi sûcdariyên bêbingeh hatine girtin û ji bo berdana rojnamevanên girtî hemûyan bang hate kirin.

Di raporê de têkildarî binpêkirina mafên rojnamevanan ên meha Cotmehê ev agahî hatin parvekirin:

"Meha Cotmehê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin, 4 jê hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hate xwarin, 3 rojnamevan dema ku nûçe dişopandin hatin astengkirin, 2 rojnamevan ketin ber lêpirsînê, doz li 5 rojnamevanan hate vekirin, li 5 rojnamevanan 7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar û 650 TL jî cezayê pere hate birîn, ji 47 dosyayan 91 rojnamevan hatin darizandin û 91 rojnamevan jî girtî ne."