DFG: 105 rojnamevan girtî ne

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê ragihand ku di nava meha Gulanê de 2 rojnamevan hatin girtin, doz li 9 rojnamevanan hate vekirin, êşkence li du rojnamevanan hate kirin û hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 105 kesî.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Meha Gulanê” bi daxuyaniyek nivîskî belav kir.

DFG’ê diyar kir ku di meha Gulanê de 6 rojnamevan hatine destgîrkirin û 2 jê hatine girtin.

DFG da zanîn ku meha Gulanê li dijî 3 rojnamevanan êriş pêk hatine û derbarê 4 rojnamevanan lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 9 rojnamevanan de jî doz vebûye.

DFG got meha Gulanê 16 rojnamevan hatine darizandin û li girtîgehê êşkence û muameleya xerab li 2 rojnamevanan hatiye kirin.

DFG ragihand li 3 rojnameyan cezayê îlan û reklamê hatiye birîn û RTUK'ê ceza sekinandina weşanê daye 3 saziyên medyayê.

DFG diyar kir ku bi girtina 2 rojnamevanan re ji 5'ê Hezîranê ve hejmara rojnamevanên hatine girtin gihîştiye 105 kesî.

DFG got, ew ne xerîbê vê resmê binpêkirina azadiya rojnamevanan ne û li qadê li dijî rojnamevanan zext û zoriyan hat domandin û daraz jî li ser medyayê wek zextê tê bikaranîn.

DFG destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze modela rojnamevaniyê ya li gorî xwe çêbike û ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana rojnamevanên girtî di xetereyê de ye.