Dewletê gund şewitand, cenazeyê wî piştî 25 rojan şûnde hate dîtin

Malbat û ÎHD vê hefteyê berpirsê Cemal Geren ê sala 1991’ê li Cizîrê hate qetilkirin pirsîn. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku gundê Geren ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye şewitandin.

Xizmên Winda û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşma ‘Winda bên dîtin, berpirs bên cezakirin’ çalakiya 598’an li dar xist. Di çalakiyê de li aqûbeta Cemal Geren ê 10’ê Sibata 1991’ê dema ji mala xwe ya navçeya Cizîr a Şirnexê derket û carekî din nehate dîtin, piştî 25 rojan û şûnde cenazeyê wî li zeviyeke yê gund hate dîtin pirsîn.

‘JI BER KU CERDEVANÎ QEBÛL NEKIRIN, GUNDÊ WAN HATE ŞEWITANDIN’

Ji rêveberên ÎHD’ê Yakûp Guven destnîşan kir ku Gundê Çaglayan a girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê ku malbata Geren lê dijiya ji ber ku sala 1990’î sîstema cerdevanî qebûl nekirin hatibû şewitandin. Guven anî ziman ku li ser vê malbata Geren li navenda Cizîrê bi cih bûn.

Guven wiha got: “Lê zext li Cizîrê jî dom kirin. Kurê malê yê mezin Mehmet Geren bi dehan car hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin. Abdulkerîm Guven û Adem Yakin ê bi nasnav Bedran ên li hundir îtirafkarî dikir gev li Mehmet Geren kiribû ku ji Cizîrê derkevin. Roja piştî gefkirinê Mehemt Geren ji Cizîrê der ket, bi hevjînê xwe re çûn Stenbolê. Mehmet Geren li Stenbolê jî dîsa hate destgîrkirin û 12 rojan ti agahiyek jê nehate girtin. Malbata ku wê demê xwestin biçin Stenbolê serdana kurê xwe bikin, ji bo pirsîna Mehmet Geren çû qereqolê. Rayedarên qereqolê destpêkê diyar kirin ku Mehemt ne li gel wan e, piştre agahî hate dayîna malbatê ku destgîrkiriye. Mehmet Geren ê piştî 12 rojan hate berdan, ji Stenbolê derket berê xwe da Meletiyê. Li Meletiyê jî piştî çend salan dîsa hate destgîrkirin û êşkencekiriin. Piştî vê bûyerê dîsa li gel malbata xwe çû Stenbolê. Di vê demê de dayik, bav birayê Mehemt Geren, Cemal Geren hê jî li Cizîrê dimînin. Cemal ê dema li Cizîrê bi gotina ‘diçim kar’ li ser agahînegirtin ji Cemal Geren, malbat li hevalên Cemal ên kar ku biçe gel û dîsa xizmên xwe digerin. Lê 25 rojan ti agahiyek ji Cemal nayê girtin.”

Guven diyar kir ku piştî 25 rojan şûnde cenazeyê Cemal tê dîtin.