Dewleta Tirk niha jî li ser sînorê Ermenîstanê dîwêr lê dike

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, piştî dîwarê li ser sînorê Rojava lê kir, di bin navê 'tedbîra li dijî gerîla' de niha jî li ser sînorê Îran û Ermenîstanê dîwêr lê dike.

Dewleta Tirk, li ser sînorê Îran û Ermenîstanê sîstema 'Ewlekariya Sînor a Entegre' ava dike, ku ji dîwarê prefabrîk, kûleyên kontrolê, têl û sîstema ronîkirina şevê pêk tê.

Li ser sînorê 911 kîlometreyî yê navbera Bakurê Kurdistanê/Tirkiyeyê û Rojava/Sûriyeyê, Wezareta Parastina Milî ya Tirk li 692 kîlometreyê vî sînorî dîwar lê kir. Serokkomarê Tirk Erdogan di axaftina xwe ya 2'ê Hezîranê de got, ew ê temamiya sînorê ji 911 kîlometreyî bi dîwêr bigirin.

QÎMA XWE BI WÊ NEANÎN

Wezareta Parastina Milî ya Tirk li ser sînorên Îran û Ermenîstanê jî, ji bo têkoşîna li dijî gerîlayên Kurdistanê dest bi xebatên ji bo lêkirina dîwar kiribû. Agahiya destpêkê ya li ser vê mijarê di meha Çileyê de hatibû bihîstin. Hatibû gotin, ku wê li bajarên Erdexan, Qers û Îdirê ku li ser sînorên Îran û Ermenîstanê ne, dîwar were lêkirin.

Yek ji koparlorên hikumeta AKP'ê Abdulkadîr Selvî, di gotara xwe ya 8'ê Gulanê ya li rojnameya Hurriyetê de nivîsandibû ku ew bi payebilindekî re axiviye û payebilind jê re gotiye, "Li ser sînorê Tirkiyeyê yê Îranê kampên PKK'ê yên Maku, Dambat, Navûr, Kotr, Kenereş û Şehîdan hene. Li van kampan bi qasî 800-1000 terorîstên PKK'yî hene. Ev tên Tirkiyeyê çalakiyê dikin û diçin. Dema em li Agirî, Tendurekê operasyonan li dijî terorîstan dikin, diçin van kampan. Weke tedbîra li hemberî vê yekê, em 70 kîlometreyên sînorê Agirî-Îdirê bi dîwar, yê mayî jî bi kûleyên çavdêriyê û têlan digirin. Û serasera vê derê ronî dikin."

BERSIV JI PÊŞNIYAR PIRSÊ RE HATE DAYIN

Parlamenterê Stenbolê yê CHP'ê Mahmût Tanal, der barê paqijkirina sînorê Îran-Ermenîstanê ji mayinan pêşniyar pirsek pêşkêş kir û Wezîrê Parastina Milî yê Tirk Fîkrî Işik bersiv da. Dİ bersivê de hate ragihandin ku paqijkirina ji mayinan qediya ye û piştrast kir ku wê li ser sînorê Îran-Ermenîstanê dîwar were lêkirin.

Wezîr Işik anî ziman, ku paqijkirina herêmê ji mayinan li herêma Îdir-Başanê dest pê kiriye û heta 29'ê Mijdara 2016'an li qadeke ji 122 hezar m2 9 hezar mayin hatine rakirin.

Wezîr Işik ragihand, li herêmên ji mayinan hatine paqijkirin wê dîwar were lêkirin û got, "Wê sîstema 'Ewlekariya Sînor a Entegre' bê avakirin, ku ji dîwarê prefabrîk, kûleyên kontrolê, têl û sîstema ronîkirina şevê pêk tê."

Îdareya Avahiyên Giştî ya Serokwezaretiyê (TOKÎ) ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dîwarê ji 692 kîlometreyî dirêj lê kiriye, ji bo dîwarê li ser sînorê Îranê yê ji 144 kîlometreyî, îhale temam kir. Serokê TOKÎ Mehmet Ergun Tûran anî ziman, ew ê li ser sînorê bajarên Îdir û Agiriyê dîwarekî ji 144 kîlomereyî lê bikin. Tûran diyar kir, li kêleka vî dîwarî wê rê bê çêkirin û got, "Me karê îhaleyê yê dîwar temam kir, ku wê bi pênc qonaxan bê lêkirin." Tûran da xuyakirin, ku ew plan dikin qonaxa yekemîn a lêkirina dîwar di meha Cotmehê de biqedînin.

Tûran anî ziman, wê di vî dîwarî de 15 derî hebin û wiha dewam kir: "Li ser deriyan wê camên fîşek pê re nare hebin. Ji bo deriyan em malzemeyên xurt ên ewlekariyê bi kar tînin. Em dîwêr bi rengekî ku karibe rake û bibe cihekî din, çêdikin." Tûran diyar kir weke TOKÎ ew ji bo gera li dewriyê jî rêya ewlekariyê çêdikin.

REWŞA LI SER SÎNORÊ ROJAVA

Serokê TOKÎ'yê Tûran li ser dîwarê li ser sînorê Rojava/Sûriyê tê danîn jî agahî da. Tûran li ser dîwarê bi dirêjahiya 688 hezar û 240 metre yê ku ji Hatayê dest pê dike, wan îhaleya rê, derî, kûle yên ji bo 692 hezar metre îhala kirine û got: "Di nav çarçoweya van xebatan de ku Îlona 2016’an dest pê kiriye nêzî 30 îhale hatine dayin ku berdêla wê 770 milyon lîre ye. Di heman demê de ji ber ku mayin jî têne paqijkirin ji hêla ewlehiyê ve di nav şerên dijwar û taloke de em xebatên xwe didomînin. Li ser sînorê Rihayê jî qadeke bi berfirehiya 48 hezar metreyî bi demdemî hatiye qebûlkirin. Li ser sînorê Hatayê jî qadeke bi berfirehiya 41 hezar metroyî hatiye ber rewşe qebûlkirina demdemî. Li qadên din jî xebat bi heman lezê didomin."

'RÊYA EWLEHIYÊ JÎ ÇÊDIKIN'

Tûran got li ser xeta sînor li beşê ku blokên seyyar ên bi  giraniya 7 tonî ên bi berfirehiya 2 metroyî û bi bilindayia 3 metroyî ku li ser xeta sînor danîne, têlên dirêjî jî hatine danîn û dîwarê ku li ser sînor hatine danîn 'portatîf' in û wiha domand: "Dîwarên ku em çêdikin 3 metro ne. Metroyek têlên dîrehî yê li ser dîwêr jî bilindahiya dîwêr bi temamî 4 metro ye. Stûrbûna dîwêr 30 cm ye. Em dîwar wiha çêdikin ku em bikaribin siberojê wan bibin devereke dî jî. Di avakirina blokên mezin de em betona ku mukawemeta wê zêde bi kar tînin. Em TOKÎ tenê qalibê dîwêr nadeynin û monte nakin. Ji bo dewriyeyê li pişt dîwêr em rêya ewle jî çêdikin." Tûran got, ji bilî dîwêr ew kûleya rê û çavdêriyê jî çêdikin û got, "bi qedandina dîwêr wê sînorên me zêdetir ewle bibin."

ÇIMA MAYIN HATIBÛN DANÎN?

Tirkiye sala 1952'an piştî ku bû endamê NATO’yê li ser sînorê Sûriye, Iraq, Îran, Ermenîstan û Gurcîstanê li qadeke 812 kîlometreyî mayin hatibû danîn. Her wiha 1993-1997’an li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser xeta sînor a Serhedê û Botanê mayin hatibû danîn. Bi guherîna destûrê ya Hezîrana 2009’an hatibû gotin pêşî li ser sînorê Sûriyê li dijî 645 hezar mayinî bi hindikayî bi kûrahiya 20 cm’yî wê paqijî were kirin û ji bo vê jî bi kêmanî bi ekîbeke pispor a ji 3 hezar kesî pêk hatî û 500 kesê ji gel wê ev xebat bihatana kirin. Piştî xeta Sûriyê plana wê hatibû kirin ku ji Cizîrê heta bi Îdir, sînorê Îranê û Iraqê wê paqijî bihatana kirin. Lê projeya rakirina mayinên sînoran Adara 2011’an piştî ku şerê Sûriyê dest pê kir giran bû û Hezîrana 2013’an bi fermî hate rawestandin.