Dewleta Tirk hêzên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike

Hate ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker şeva Yekşemê konvoyeke din a leşkerî yıa ji wesayitên zirxî û çekên giran derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye.

Di dîmenan de yên ku ji aliyê Rojnewsê ve hatin weşandin, tê dîtin ku konvoyeke ji çekên giran û wesayitên zirxî yên dewleta Tirk nîvê şevê ber bi navçeya Amediyê ya bajarê Dihokê ve diçe.

Nehate tespîtkirin bê hêzên dagirker ji ku bi rê ketin. Rayedarên xwecihî jî mîna her carê ti daxuyanî nedane.

Pêr jî konveoyeke leşkerî ya dagirker ber bi bajarokê Kanî Masî ya navçeya Amediyê ve bi rê ketibû ku herêm di bin serweriya PDK'ê de ye.

PDK pêwîstiyê pê nabîne ku têkildarî vê liv û tevgera leşkerî ya dagirkeran daxuyaniyekê bide.