Dewleta Tirk girtiyê nexweş Gurdal qetil kir

Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal ê ku piştî ketibû girtîgehê bi penceşera pişikê ketibû, piştî ku 19 rojan bi awayekî kelepçekirî li nexweşxaneyê ma, hate qetilkirin.

Tahîr Gurdal (53) ê piştî kete girtîgehê bi nexweşiya penceşera pişikê ket û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî dihate dermankirin. Piştî ku cezayê wî hate taloqkirin, 13 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.

Gurdal ê 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Hejmara 1’an a Amedê hatibû kirin. Gurdal ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî û di nav nivînan de dihate dermankirin, di 28'ê Mijdarê de cezayê wî hatibû taloqkirin û hatibû berdan.  

Dema ku Tahîr Gurdal dihat dermankirin kurê wî Bîrhat Gurdal ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û gotibû “Berê tu nexweşiyên bavê min tunebû, piştî ku kete girtîgehê nexweş ket. Şertên girtîgehê ji  bo girtiyan ne guncav e. Heke careke din bişînin girtîgehê wê herî zêde 15-20 rojan bijî."