Dewleta Tirk êriş bir ser konvoya gel a diçû Tişrînê
Konvoya gel a ku berê xwe li Bendava Tişrînê bû, dema ku bi rê ket bû hedefa bombardûmana dewleta Tirk a dagirker.
Konvoya gel a ku berê xwe li Bendava Tişrînê bû, dema ku bi rê ket bû hedefa bombardûmana dewleta Tirk a dagirker.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet derdora 14:48'an bombe li herêma Bendava Tişrînê barand.
Êriş di wê demê de hate kirin ku ji kantonên Cizîr û Kobanê girseya gel bi konvoyan ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketibû.
Hate ragihandin ku nuqteyên li ser rêgeha konvoya gel hate bombekirin.
Li gel bombardûmanê jî konvoyê rêwîtiya xwe dewam kir û gihîşt Bendava Tişrînê.