‘Dewleta Tirk dijminê Êzidiyan e’

Desteya Oldarên Êzidiyan li Şengalê bi daxuyaniyekê ragihandin ku kesên îxanet li ola xwe kirine û divê werin cezakirin.

Desteya Oldarên Êzidiyan di derbarê rewşa Êzidiyan û Şengalê de, li Şengalê civînek li darxistin. Desteyê piştî civînê daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de li ser naskirina qirkirina Êzidiyan ji aliyê Elmanyayê ve, her wiha hevdîtinên Hazim Tehsîn Beg û girtina sîxurên MÎT û PDK’ê hatinye sekinandin.

Di daxuyaniya Desteya Oldarên Êzidiyan de hate diyar kirin ku bi fermana 3’ê Tebaxa 2014’yan xwestin ola xelkê Êzidî qirbikin û wiha hat ragihandin: “Gelê me di fermana 3’ê Tebaxa 2014’yan de rastî fermanê hat. Xwestin ola me qir bikin, naskirina vê qirkirinê wek jenosîd erka li ser her welatekî ye. Em bi biryara naskirina komkujiya xelkê Êzidî ji aliyê Elmanyayê ve keyfxweş in û pîroz dikin.”

Desteyê têkildarî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg wiha got: “Bi navê Mîrê Êzidiyan, Hazim Tehsîn Beg hevdîtina bi dewleta Tirk re dike. Her kes dizane dewleta Tirk dijminê koka Êzidiyan e. Hemû serdanên Hazim ên bi navê Êzidiyan, em red dikin û qebûl nakin.”

Herî dawî di daxuyaniya Desteya Oldarên Êzidiyan de hate diyarkirin ku ew kesên ji aliyê hêzên YBŞ’ê ve hatine girtin pêwîst e kes li wan xwedî dernekeve, divê ew kes werin cezakirin û wiha hat ragihandin: “Bila malbat û eşîrên wan piştgirtiya wan nekin û bila tu kes bi agirê wan neşewitê. Pêwîst e ev mijar tenê bi wan kesên îxanet kirine re sînordar bimîne.”