Dewleta Tirk dibistanên li Cizîrê mîna qereqolan çêdike

Dewleta Tirk li Cizîrê, ku piştî berxwedana xwerêveberiyê hatibû kavilkirin, dema ku dibistanan ava dike kûleyên çavdêriyê jî lê datîne.

Di berxwedana xwerêveberiyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dewleta Tirk dibistan jî xira kiribûn ku ev dibistan ji hêla çeteyên AKP’ê ve li şûna qereqolan dihatin bikaranîn. Gelek dibistan hatin kavilkirin û dibistanên ku kêm ziyan dîtibûn jî hatin nûjenkirin. Tê payin ku 5 dibistanên ku avakirina wan didome heta dawiya salê biqede.

Dibistan bi perde betonê têne çêkirin û bi mîmariya qereqolan dibistanan çêdikin. Li ser banê dibistanan ku ji banên wan herêm bi tevahî tê dîtin, kûleyên çavdêriyê têne danîn ku ji dibistanên berê yên ku TOKI’yê çêkiribûn cudatir in.

Tê gotin li kûleyan wê polîsan bi cih bikin.