Dewleta Tirk cenazeyan nade malbatan

Dewleta Tirk cenaze rehîn girtine, cenazeyan nade malbatan, li ser vê MEBYA-DER'ê got, ''Salên 90'î cenaze dihatin nebedîkirin, niha jî mirovan aşkere ji helîkoptêran davêjin.''

Komeleya Yekîtiyê û Çandê ya Hevkariyê bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Wan Hatine Nebedîkirin (MEBYA-DER) têkilî bûyera ku dewleta Tirk cenazeyên gerîlayên ku demên cuda şehîd bûne nade malbatan li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, li Goristana Asrî ya Deriyê Mêrdînê daxuyanî da.

Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas bi rêya kargoyê şandina cenazeyê Agît Îpek bi bîr xist.

Alman li Wanê ji helîkoptêrê avêtina Servet Turgut û Osman Şiban bi bîr xist û got, ''Salên 90'î cenaze dihatin nebedîkirin, niha jî mirovan aşkere ji helîkoptêran davêjin.''

Xwîşka Seyfettîn Tutmaz ê PKK'yî  Ayşe Tutmaz, ku cenazeyê birayê wê salên 90'î hatî nebedîkirin got, malbata wê ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê daye lê rayedaran malbata agahdar nekirine. Tutmaz got, ''Em cenaze, hestiyên birayê xwe dixwazin. Em dixwazin gorekî wî hebe.''