Dewleta Tirk  bi bombekirina gundên Bradostê gef xwar

Artêşa Tirk piştî çalakiya gerîla ya roja Înê ya li Lêlîkanê yê herêma Bradostê bi bombekirina gef li gundiyan xwar.

Gerîlayên HPG’ê Înê mewziyên leşkerên Tirk ên li Lêlîkanê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn hedef û bi kêmanî 14 leşker hatibûn kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Jêderên xwecih gotin gelek cenayên leşkeran li girê Lêlîkanê mane û artêşa Tirk nekariya ku miriyên xwe rakin.

Leşkerên Tirk yên li gir asê mayin ku nikarin ji qadê derkevin gef li gundiyan xwarin. Li gorî nûçeyan Rojnewsê artêşa Tirk a ku derba giran xwarî gef li gundiyan xwar ku gundên xwe bihêlin.Li gorî nûçeya ku xwe  spartî gundiyan leşkerên Tirk gotine, ‘’heke hûn gund vala nekin em ê bombe bikin.’’ Gundiyên gundên Lêlîkan, Goreşan, Tarekan û Nawmêrgan ev agahî dan.

Gundiyan gotin PDK’ê qada Bradostê bi dest dewleta Tirk ve hiştiye û gotin ew ê li ber vê serê xwe netewînin. Yek ji gundiyan got, ‘’Em serî ji dagirkeriya Erdogan re nayewînin. Em cihê xwe ji kesî re nahêlin. Dîktatoran bi salan xwestin ku me ji ser xaka me bikin lê dîsa jî em li ser xaka xwe ne. Me dîroka dagirker a Osmaniyan ji bîr nekin û em dizanin ku ev jî parçeyek ji politikaya îmha û înkarê ya li ser Kurdan e.’’

Li gorî gundiyan dewleta Tirk dixwaze herêmê bide valakirin. Gundiyekî got, ‘’Ji bo ku herêma Bradostê vala bikin plana gemarî sazkar e. Dibe ku li vir komkujiyê li gundiyan bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyeke pêkan û komkujiyê beriya ku bi derengî bikeve divê tevbigere.’’