Dewleta Tirk bendeke din datîne ber Ava Zê

Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze li Geliyê Zapê bendaveke din a bi armanca leşkerî çêbike.

Li Geliyê Zapê bendaveke din tê çêkirin ku jiyana xwezayî tune dike û mirovan ji herêmê koçber dike.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di 2020-2021'ê de li Geliyê Zapê 3 bendav û gelek Santralên Hîndro Elektrîk çêkir. Tê gotin ku desthilatdarî wê îsal dest bi çêkirina bendaveke din bike.

Bendav wê li sêgoşeya Colemêrg, Gever û Çelê bê çêkirin û Geliyê Zapê di nava avê de bihêle, bi vî rengî jiyana xwezayî ya li herêmê tune bike. Gundên Çanakli, Kirikdag, Bagişli, Geçîmlî û gelek gund û gundikên din ên li vê herêmê wê di nav avê de bimînin. Gundiyên li herêmê jî wê koçberî deverên din bêne kirin.