Dewleta Tirk a dagirker gundên Şarbajêrê bombebaran kirin
İro balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker du gundên herêma Şarbajêra Silêmaniyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, zerareke madî ya mezin li baxçeyên gundiyan ketiye.
İro balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker du gundên herêma Şarbajêra Silêmaniyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, zerareke madî ya mezin li baxçeyên gundiyan ketiye.
Li gorî wan agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine bidestxistin, îro êvarê saet di 6:45'an de, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker Geliyê Şûreyê yê nêzîkî gundê Gelaleyê û gundê Sefreyê yên bajarokê Şarbajêra parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve li ser herêmê dizivirin, îro êvarê Geliyê Şûreyê li nêzîkî gundê Gelaleyê 3 caran hatiye bombebarankirin û ji ber vê yekê agir pê ketiye. Her wiha navenda gundê Sefreyê carekê hatiye bombebarankirin.
Li gorî agahiyan, ji ber bombebaranan zerareke mezin gihîştiye rez û bostanên hemwelatiyan. Xelkê van her du gundan nerazîbûneke tund li hember êrişên dewleta Tirk nîşan didin.
Hê hûrgiliyên zêdetir ne berdest in.