Dewleta Tirk 6 şervanên YPG’ê yên birîndar radestî El- Nusra kir!
Fermandariya YPG’ê ya Kobanê diyar kir ku 6 hevalên wan ji bo dermankirinê derbasî Bakurê Kurdistanê hatine kirin, lê Tirkiyeyê şervanên wan radestî çeteyên El-Nusra kirine.

Fermandariya YPG’ê ya Kobanê ya daxuyaniyek nivîski weşand, diyar kir ku 6 hevalên wan bi awayekî fermî derbasî Tirkiyeyê kirine ji bo werin dermankirin, lê çend roj in agahî ji wan nehatine girtin. Fermandariyê ragihandin ku şervanên YPG’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve di deriyê Idlibê de radestî çeteyên EL-Nusra hatine kirin. Daxuyaniya fermî wiha ye: “6 hevalên me yên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibûn bi awayek fermî ji bo bên dermankirin di deriyê sînor ê Murşîdpinarê re derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin. Van her 6 şervanên me demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê hatin dermankirin. Lê ev demeke agahiya me ji van şervanên me qut bû.
Li gorî hin agahiyên me bi dest xistine dewleta Tirk her 6 şervanên me yên birîndar di deriyê Bab El Hewa yê girêdayî Idlibê radestî çeteyên Cebhet El Nûsra kirine.
Em wek fermandariya Giştî ya YPG ya Kantona Kobanê ji dewleta Tirk daxwaz dikin ku vê yekê bi lezginî îzah bike û hevalên me teslîmî me bike.
Navên şervanan wiha ne: Omer Qadir, Ehmed Şerko, Rêber Seyho, Ehmed Helûm, Cemal Ehmed û Beşîr Mihemed.”