Dewleta Îranê Kurdekî din jî bi darve kir

Dewleta Îranê Kurdê bi navê Îrec Pakî yê li Girtîgeha Navendî ya Erdebêl dihat ragirtin, bi darve kir.

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, doh girtiyê Kurd Îrec Pakî li girtîgeha navendî ya Erdebêlê hate darvekirin.

Hat gotin ku Îrec Pakî roja 18’ê Sibatê biribûn hucreya yekkesî û piştî rojekî, yanî duh hat darvekirin.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, Îrec Pakî (38) xelkê gundê Stunreş a girêdayî navçeya Selmas a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Lı gorî Rêxistina Mafên Mirova a Îranê dewleta Îranê ji destpêka sala 2024’an ve herî kêm 80 kes bi darve kirin ku piranî ji wan Kurd û Belûcî bûn. Di nava kesên hatine înfazkirin de 2 jin jî hene.

Li gorî heman çavkaniyê di sala 2023’yan de herî kêm 740 kes, ji sala 2010’an ve jî 7909 kes hatine darvekirin.