‘Desthilatdar sazî û rexistinên jinan ji xwe re dike hedef‘

SES a Şaxa Amedê diyar kir ku desthilat bi polîtikayên destgîrkirinê û girtinê re dixwaze civakê çavtirsandî bike û got: “Desthilatdar sazî û rexistinên jinan ji xwe re dike hedef û dixwaze saziyên jinan bigire û jinan bi tirsê biqutifîne.“

Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) li ber avahiya sendîkayê têkildarî girtina sekretera SES a Şaxa Amedê Fatma Yildizhan daxuyanî da. Platforma Ked û Demokrasiyê, sendîkayên li bajêr û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Têkoşîna ked û jinê nayê darizandin” nivîsandî hat vekirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

‘AKP DIXWAZE JINAN QIR BIKE‘

Hevseroka SES a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak daxuyanî xwend. Ok Orak diyar kir ku desthilata AKP'ê êrîşî jinên muxalîf dike û bi vê helwestê dixwaze ku vîna jinan bişikîne. Ok Orak bilêv kir ku desthilata AKP'ê bi polîtikayên destgîr kirinê û girtinê dixwaze jinan qir bike û got: “Di 16’ê Adarê de bi awayekî bêhiqûqî sekretera me Fatma Yildizhan jî di nav de 24 jin ji ber ku tev li çalakiyên 8’ê Adarê bûne hatin desgîrkirin û 11 jin jî piştî destgîrkirinê hatin girtin.”

‘JIN DÊ TEKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’

Ok Orak destnîşan kir ku desthilatdarê ji 8’ê Adarê tirsiyaye û ji ber vê êrîş biriye ser jinan û got: “Desthilat bi polîtikayên destgîrkirinê û girtinê re dixwaze civakê çavtirsandî bike. Ew destgîrkirin tên wê watêye ku desthilatdar sazî û rexistinên jinan ji xwe re dike hedef û dixwaze saziyen jinan bigire û jinan bi tirsê biqutifîne. Lê bila her kes baş bizane ku girtin û destgîrkirin nikarin têkoşîna me asteng bikin. Em jin dê her roj têkoşîna xwe bilind bikin.”

Ok Orak di dawiya daxuyaniyê de bibîr xist ku sekretera wan Fatma Yildizhan 81 roj in girtiye û wiha bang li desthilatdarê kir: “Bila Fatma Yildizhan û jinên ku hatine girtin demildest bên berdan. Em jin her tim hebûn û em dê her tim jî hebin. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin. Wekî duh îro jî tundiya dewletê nikarê me bide sekinandin."