Desteserkirin li Artemêtanê hate protesto kirin

Desteserkirina endamtiyên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê hate protestokirin.

Walîtiya Wanê 4 karmendên dewletê wekî qeyyûmtiyê tayînî şûna 4 endamên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê yên HDP’yî kiribû. Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji bo tayînkirina qeyûman şermezar bike li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Artemêtanê daxuyanî da. Endamê Meclîsa Şaredariyê Medenî Ozer ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî û diyar kir ku biryara qeyûman netehamuliya AKP’ê ya li dijî serkeftinê HDP’ê ye.

Ozer bi bîr xist ku bi hinceta hevşaredarên Artemêtan, Ebex û Tuşbayê bi boneya hatibûn îxrackirin di şûna wan de mazbata dan namzetên AKP’ê û di 19’ê tebaxê de jî qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kirine. Ozer got nedayîna mazbatan û qeyûm heman feraset e. Ozer diyar kir ku ew ê qeyûmên tayînî şûna wan hatine kirin nas nekin û AKP ji bo bertîlan bixwe û sextekariyê bike qeyûm tayîn dike. Ozer da zanîn ku ew ê li dijî van neheqiyan, bêqanûniyan serê xwe netewînin û ew ê fersendê nedin bertîlxwarina qeyûman.

Ozer di dawiya axaftine we de got: “Bila gelê me baş dizanibe qeyûm darbe ye. Berxwedayîna li dijî darbeyan deynê stûyê me ye.”