Dêrsim: Ji bo zindanan dema çalakiyan e

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim diyar kir ku jiyana girtiyan di bin rîskê de ye û got ku, “Rewşeke awarte heye, divê refleks û hewldana me jî awarte be.”

Rîskeke mezin heye ku koronavîrus li girtîgehan jî belav bibe.

Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dêrsim derbarê qanûna înfazê ya AKP’ê û berpirsyariyên raya giştî pirsên me bersivand.

Dêrsim li ser rojeva cîhanê ya koronavîrusê got ku “Beriya her tiştî divê ez vî tiştî bibêjim ku tekane rojeva partî, tevger û gelê me Rêbertî ye. Armanca me şikandina tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê ye. Ji destpêkê ve û ji payîza 2018’an û vir ve tekane rojeva me ya sereke ev e. Li derdora vî tiştî têkoşînek hate geşkirin. Îro di dema koronavîrusê de nabe ku ev rojev were paşguhkirin. Berevajî wê divê zêdeti derkeve pêş. Tecrîda li ser Rêbertiya me duh jî problem bû û divê îro jî ji bo me problem be. Di vê pêvajoyê de Rêbertiya me di serî de divê têkoşîna li dora girtiyên nexweş ên li girtiyan were geşkirin. Divê ev tişt were dîtin, dewlet, şerê taybet û desthilatdariya AKP û MHP’ê bi qestî rojevên cihê çêdike û hewl dide sûdê ji van rojevan werbigire. Tecrubeta gel a pêncî salan û têkoşîneke me heye. Gel, sazî û dezgehên demokratîk û tevgera me, wê lîstikên wan nexape. Divê em li dora rojeva xwe bibin yek. Çawa ku beriya koronavîrusê rojeva me Rêbertî bû, niha jî divê rojeva me ewlehiya can a Rêbertî û hevalên li girtîgehan be. Faşîzma AKP û MHP’ê provayeke qetlîamê dike. Rêbertiya me di serî de, bi deh hezaran hevalên me di zindanan de ne. Em nikarin agahiyan ji Rêbertiya xwe bistînin. Her kes dizane ku ew ji bo gel hesasiyeke mezin e. Bi hezaran mirov dikarin ji bo Rêbertî canê xwe bidin. Herî dawîn bi hezaran kes tevlî berxwedana greva birçîbûnê bûn. Em nizanin Rêbertiya me dijî yan na. Berpirsyariya vî tiştî gelekî zêde ye.

Bi awayekî eşkere û li pêş çavê hemû kesan , di vê pêvajoyê de hevalên me terkî mirinê tê kirin. Di vê pêvajoyê de serokên dewletan, artîst û gelek beşên din nikarin xwe ji vê şewbê biparêzin lê li zindanan li odeyên sê kes, bîst kes û sî kesn de wê mirov çawa xwe biparêzin? Heta hefteyek berê gardiyan bi serbestî diketin qawîşan. Derketibû holê ku Hevşaredara Şemrexê li girtîgeha Gumuşhaneyê bi koronavîrusê ketiye. Ne mumkun e ku koronavîrus neketibe girtîgehan. Çawa ku niha desthilatdariya AKP û MHP’ê hejmara nexweş û girtiyan vedişêre, li zindanan jî bi hêsanî dikare vî tiştî bike. En niha nikarin bibêjin ku li girtîgehan tu kes bi nexweşiyê neketine. Di destê me de delîl tune. Em dikarin bibêjin ku rewşa li girtîgehan gelekî cîddî ye.”

Dêrsim li ser pakêta înfazê ya ji bo girtîgehan jî got ku “A niha qadên herî bi rîsk zindan in. Heke vîrus têkeve girtîgehan wê ev bibe sedem ku bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê jî em dibêjin ku ev ceribandina qetlîamê ye. Gelek welat girtiyan berdidin. Dewleta wekî Îranê jî girtiyan berdide. Belkî sûcên wekî tecawizê nayê berdan lê girtiyên siyasî û yên din tên berdan. Lê li Tirkiyeyê dema ku mesele dibe Kurd, hikumeta AKP û MHP’ê mirinê li ser girtiyan ferz dike. Bi qanûna înfazê re wekî ku ji bo girtiyan tiştekî baş dikin didin xuyanî lê AKP û MHP pişta çete û alîgirên xwe digire. Alattîn Çakici derdixînin. Tecawizkar û îstîsmarkarê zarokan jî berdidin lêji ber zexta raya giştî ew bernedan. Fikra wan ev bû ku ‘Bila Kurd bimînin, em kesên li derveyî wan berdin.” Mirinê li ser Kurdan ferz dikin, ji derveyî wê her tiştî dixwazin ji bo desthilatdariya xwe bi kar bînin.

Wekî ku bi vê pakêta înfazê ceza tê kêmkirin û li girtiyan difikirin lê tiştekî wisa tune. Sermesel bi cezayên dîsîplînê yên li girtîgehan zêde dibe. Hakimtiya înfazê û heyeta çavdêriyê dibin rayedar û biryara berdanê dikeve destê van kesan. Lê divê dadgehên serbixwe van biryaran bidin. Di qanûnên wan de jî ev tişt ne wisa ye. Li gorî vî tiştî heyeta çavdêriyê ya girtîgehê dikare li ser girtiyan pêkanînên kêfî bike. Berê girtî karibûn bi 3 kesên derveyî xizmên xwe, hevdîtinê bike, êdî ev tişt jî tê rakirin. Gelek pêkanînên wisa hene û hewl didin vê qanûnê pêk bînin. Ev qanûn probleman zêdetir dike û dibe sedem ku kêşeyên li girtîgehan aloztir bibe.

A niha li gorî daneyên fermî yên Tirkiyeyê 280 hezar girtî hene. Di vê qanûnê de wê bi qasî 70 hezar kes werin berdan û 210 hezar kes dimîne. Lê kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê 200 hezar kes e. Bi vi awayî jî rêjeya tijîbûnê ya girtîgehan tu guherîn wê pêk neyê. Ev kapasîteya 200 hezar jî li ser kapasîteya heyî ye, ji ber ku 10 kes li odeyên ji bo 3 kesan dimînin. Ev ne çareserî ne. Çareserî ev e ku ji xeynî îstîsnayên wekî tecawizê divê hemû girtîgeh were valakirin. Di serî de jî divê girtiyên siyasî were berdan. Ji ber ku li gorî zagonên wan girtiyên siyasî sûc kirine. Dewlet divê kesên ku li dijî wê sûc kiriye, berde. Sûcên li dijî wê divê di kategoriyeke din de were nirxandin. Li gorî zagonên wan jî divê beriya hemû kesan girtiyên siyasî werin berdan. Lê li Tirkiyeyê ji ber feraseta faşîzan ev tişt berevajî tê kirin.

Dêrsim li ser bihistyariya ji bo girtîgehan jî got ku “Malbatên girtiyan, saziyên demokratîk, hunermend û ronakbîr bihîstyariyeke wan heye lê ev têr nake. Di serî de bang hatin kirin kê ev du hefteyên li pêş me gelekî krîtîk e. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê û Neteweyên Yekbûyî jî vî tiştî dibêjin. Tê diyarkirin ku di hefteyên pêş de wê gelek kes ji ber koronavîrusê jiyana xwe ji dest bidin. Ji ber vê jî dema bangê derbas bûye. Divê berxwedaneke cihê were rêxistinkirin. Divê rê û rêbazên vî tiştî werin dîtin. Divê partiyên siyasî, malbatên girtiyan, saziyên demokratîk û komeleyên mafên mirovan werin ba hev û plansaziya çalakiyan bikin. Parêzerê van girtiyan divê bêdeng nemînin. Divê helwestên tund nîşan bidin.

Em her tiştî deynin aliyekî haya me ji Rêbertiya me tune. Li her derê rîska ji bo koronayê heye lê em çima nikarin ji Rêbertiya xwe agahiyan bistînin? Tendirustiya Rêbertiya me çawa ye? Divê em têkevin hewldanan. Faşîzma AKP û MHP’ê wê bibêje korona heye û xwe ji bin vê berpirsyariyê derxe. Bi kampanyayên îmzeyan ev tişt naçe serî. Divê bi awayekî çalak têkevin dewrê. Parlementerên ku bi dengên gel hatine hilbijatrtin divê zêdetir çalak bibin. Bi daxuyanî û bangan nabe. Heke ev qanûn wê têkeve meriyetê divê Rêber Apo di serî de hemû girtiyên siyasî û nexweş jî li gorî vê qanûnê werin berdan.

Rewşeke awarte heye, ji ber vê jî divê em jî bi awayekî awarte nêz bibin. Divê her sazî, malbat û komeleyên malbatên ên li bajaran werin ba hev û plansaziyan bikin. Bi bang û daxwazan ev kar naçe serî. Yan em ê pêşiya vê pêvajoyê bigirin yan jî em ê bibin temaşevaên qetlîaman. Em dizanin ku rêhevalên me yên li girtîgehan di rewşeke dijwar de ne. Divê ew tevdîra xwe bistînin û vê qetlîama li ser wan qebûl nekin. Divê xeteke berxwedanê derxînin holê. Li holê xeteke berxwedanê ya 40 salan heye. Em dizanin ku ew xwedî tecrube û berxwedanê ne û ew ê karibin xwe biparêzin û li ber xwe bidin.