Dersim: Berxwedana li dijî tecrîdê divê geştir bibe

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersim got divê berxwedana li dijî tecrîdê mezintir bibe û domand, ''heke berxwedana geş bibe faşîzm wê bi paş ve gav bavêje''.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê  Pîro Dersim di radyoya Dengê Welat de têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî.

Dersim diyar kir bi tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê xwestin ku PKK were qedandin û got, bi tecrîdê re hin tişt têne armanckirin û tecrîd heta bi komloyê diçe. Dersim wiha got: ''Her kes baş bi vê dizane ku hêzên navdewletî yên emperyalîst û kapîtalîst dema ku destwerdana li Rojhilata  Navîn kirin pêşî xwestin ku dengê Rêber Apo qut bikin. Pêşî xestin ku Rêber Apo bêkarîger bikin. Ji bo vê jî di şexsê Rêber Apo de PKK'ê bêkarîger bikin. Bi vî rengî plana xwe sazkar kirin.

Dersim bi domdarî her wiha got li Tirkiyê sazûmanbûna desthilata faşîst a AKP-MHP'ê heye, paradîgmaya Ocalan Neteweya Demokratîk alternatîfê pergala faşîst û bi tecfîdê re tê xwestin ku dengê Ocalan were birîn, bêbandor kirin û domand, ''Ji bo vê jî em dibêjin tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye. Li ser gelên Rojhilata Navîn, gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyê ye.''

'HEVAL LEYLA PÊŞENGÎ KIR'

Dersim li ser sedema pêşengiya Leyla Guven a li li grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê jî got, Leyla Guven dîtiye,ji bo ku pêşî li şertên faşîzma AKP-MHP'ê were girtin û li Rojhilata Navîn gola xwînê bimiçiqe pêdivî bi dengê   Ocalan heye û domand, ''Gelek mirovên ku tevgera PKK'ê û Rêber Apo nas dikin vê hîs dikin û dizanin. Lê ji bilî hevala Leyla Guven kesî wiha kûr hîs nekir û tevnegeriya. Heval Leyla pêşengî kir. Di pêşengîkirina heval Leyla de her wiha bandora jinbûna wê zêde heye. B''

ÇALAKÎ BERBELAV BÛN

Li ser sedema berbelvabûna çalakiya greva birçîbûnê jî Dersim got, ''Sedema pêşî bi mîsyona Rêber Apo re ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkildar e. Rêber Apo xeta sor ya gelê Kurd û gelên Kurdistanê û dostên wan e'' û domand, 'Ji bo vê jî çalakîtiya ji bo Rêber Apo di cih de di nav gelên Kurdistanê û dostên wan de bersivekê dibîne û berbelav dibe. Bi maneya Rêber Apo re ev têkildar e.''

'BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN'

Dersim got yek ji sedema çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê bi şertên faşîzmê re têkildar e û got, ''Sedema duyan ev e; şertên giran ên faşîzm hene, faşîzm dixwaze civakê bi temamî bêîrade bike, bêdeng bike û wiha bike ku nikaribe têbikoşe. Di dozeke wiha mafdar de her kes bêdudilî bi rehetî li dijî pergala faşîst û zextê dikarin werin cem hev. Ji bo vê jî ev pêvajo bi rengekî pêngavê didome. Her wiha pêngaveke li dijî faşîzmê ye. Şikandina tecrîdê tenê gava pêşî ya vê pêngavê ye. Em çima dibêjin, lingê pêşî? Çimkî faşîzm dema ku dixwaze xwe saszûmanî bike pêşî xwestin ji Rêber Apo dest pê bikin. Ji bo vê jî heke faşîzm wê were şikandin divê pêşî em ji tecrîdê dest pê bikin.''

'HEKE BERXWEDAN BIDOME WÊ FAŞÎZM BI PAŞ VE GAV BAVÊJE'

Dersim got divê Rêbertiya wan bi derve re karibe xwedî têkilyeke domdar be, her wiha bikaribe bi malbat, parêzer û wasîsê xwe re hev bibîne, karibe ji her kesî re nameyan bişînin û herî girîng jî got divê pergala êşkenceyê ya Imraliyê ji holê rabe û got, ''Ev ne daxwazên pir giran in, bi rehetî ev daxwaz dikarin werin bicihanîn. Lê faşîzma AKP-MHP'ê di gava pêşî de li şûna çareseriyê polîtîkayên şerê taybet sazkar kirin. Ez bawer dikim heke berxwedan bi biryardarî bidome û hinekî dî bibe civakî û tevgereke civakî derkeve holê faşîzma AKP-MHP'ê wê gaveke mezin bi paş ve bavêje.''

'DIVÊ TI PARLAMENTER NEXWE Û VENEXWE'

Dersim têkilî helwesta Guven got, ''Pîvan Leyla Guven e. Pîvana siyasetê, welatparêziyê, têkoşînê, fedekariyê Leyla Guven e. Divê her kes wiha nêz bibe û şîrove bike. Li bara mirovên ku bedena xwe dane ber mirinê divê ti hincetên mirov nebin'' û domand, ''Rêzdar Leyla Guven parlamenter e, niha ti parlamenterên HDP'ê divê nexwin, venexwin, ranazin. Divê 24 saetên xwe bidin. Hevaleke wan xwe daye ber mirinê, divê vê hîs bikin û têkoşîna vê bidin. Divê hemû rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP'ê vê têkoşînê bidin. Divê hemû gelê Kurd ê welatparêz vê têkoşînê bide.''

''ROLA PÊŞENG DIKEVE SER MALBATÊN GIRTIYAN'

Dersim bal kişande ser rola malbatên girtiyên yên di pêvajoya berxwedanê de û got, di serê wan dedoran de ku divê di gava pêşî de ji berxwedêrên greva birçîbûnê yên zindanan re, ji yên derve re bibin bersiv û li dor wan bicivin malbatên girtiyan tên, ji ber ku zarên wan jî di nav berxwedaneke cidî de ne, mirinê tînin ber çavê xwe û hin daxwazin dikin û got di çapemeniyê de xuya dike gelek malbatên girtiyan bi kêmanî bi qasî ku hij ji zaroyên xwe dikin ew qasî dilsozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û got, divê malbatên girtiyan pêşengiyê ji çalakiyan re bikin.

'DIVÊ CIWAN PÊŞENGIYÊ BIKIN'

Endamê Komîteya Zindana a PKK'ê Pîroz Dersim herî dawî got, ''Pêşengê pêşî yê berxwedana derve ciwan in. Ciwan beşê herî dînamîk, bi tevger ên civakê ne. Ji bo vê jî herî pir ciwan lê xwedî derkeveve. Metirsiyên ciwanan kêm in. Tiştekî ku zêde winda bikin nîn e. Ramana wan, dinyaya wan, xeyala wan ji pêşengiyeke wiha re guncan e. Ji bo vê jî di pêvajoyên wiha de divê ciwan pêşengiyê bikin.''