Derhênerê ku xelat girtibû Şehîr hate girtin
Derhêner Giyasettîn Şehîr ê ku bi fîlmê “Meş” di Mihrîcana 48’emîn a Fîlmên Altin Portakal a Antalya de xelata “Derhêneriya Herî Baş a Hunerê” wergirtibû, hate girtin.
Derhêner Giyasettîn Şehîr ê ku bi fîlmê “Meş” di Mihrîcana 48’emîn a Fîlmên Altin Portakal a Antalya de xelata “Derhêneriya Herî Baş a Hunerê” wergirtibû, hate girtin.
Pêkanînên dîktatorî yên rejîma AKP-MHP’ê didomin. Tevî zext û sansuran jî hunermend tên destgîrkirin û girtin.
Li Amedê di 26’ê Îlonê polîsan bi ser mala Derhêner Giyasettîn Şehîr girt û ew destgîr kirin. Piştî lêpirsîna Şehîr a li emniyetê duh sewqî dadgehê hate kirin. Dozgeriyê îfadeyên Şehîr girt û ew bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” sûcdar kir û bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger jî bi heman îdiayê biryara girtina Şehîr da û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
SALA 2011’AN DE XELAT GIRTIBÛ
Derhêner Giyasettîn Şehîr di sala 2011’an de bi fîlma “Meş” tevlî Mihrîcana 48’emîn a Fîlmên Altin Portakal a Antalya bûbû û xelata “Derhêneriya Herî Baş a Hunerê” wergirtibû.
Şehîr di avakirina Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê de cih girt û bi salan li vir mamostetiya sînema, şano û dansa modern da û bi sedan xwendekar perwerde kiribû.