Der barê kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê Çelebî bûn lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê kesên beşdarî merasîma cenazeyê siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî yê li Silêmaniyê hat qetilkirin bûn de lêpirsîn hat destpêkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç, Muazzez Orhan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kesan xwestin di 27’ê Gulanê de beşdarî merasîma cenazeyê siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî bibin ku li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hatibû qetilkirin. Lê belê destûr nehat dayîn ku beşdarî merasîmê bibin. Di dema merasîma veşartinê de polîsan bi gazê û ava şid êrişî beşdaran kiribû. Cenazeyê Çelebî di bin dorpêç û êrişan de hatibû veşartin. Endamên malbata Çelebî jî di nav de, Serdozgeriya Komarê ya Wanê derheqê 22 kesên beşdarî merasîma cenazeyê bûyîn de lêpirsîn da destpêkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî lêpirsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, her wiha gelek kesên din jî amade bûn.

LI GORISTANÊ ASTENGÎ DERXISTIN, PIŞTRE JÎ ÊRÎŞ KIRIN

Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan anî ziman ku polîsan bêyî ku sedemekî qanûnî nîşan bidin, bi awayekî keyfî nehiştin kesek beşdarî merasîma cenazeyê Çelebî bibe û wiha got: “Bêyî ku sedemeke qanûnî nîşan bidin, nehiştin ne em û ne jî endamên malbatê bikevin goristanê. Piştî kar û barên veşartinê jî em li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi malê ve diçûn. Lê rê li ber me girtin û bi ava şid û bombeyên gazê êrişî me kirin.”

DERBARÊ 22 KESAN LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN

Dogan got, “Li şûna ku kujerên Çelebî bibînin, bavê Çelebî, birayê wî û hevserokên HDP û DBP’ê jî di nav de, derheqê 22 kesan de lêpirsîn dane destpêkirin.”

Dogan anî ziman ku dewlet “qanûna dijminahî” pêk tîne.