Dengên HDP'ê ji VP'ê re hatin nivîsîn

Derkete holê ku li Amedê, di 4 sindoqan de 552 dengên ji HDP’ê, ji Vatan Partîsî re hatine nivîsîn. 

Di encama Lêkolînên Navenda Berhevkirina Agahiyan a HDP'ê kirî de, derket holê ku dengên HDP’ê girtî, ji VP’ê re hatine nivîsîn. Di encama vekolînan de ku li 4 sindoqên li navçeyên Peyas, Sûr û çermûgê hatî kirin, encamên ku çavdêran bi xwe qeyd kirî û yên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) eşkere kirî, hev nagirin. 

Li gorî van agahiyan, navçeya Peyasê di sindoqa hejmar 1134’an de 235 dengên HDP’ê, dîsa li heman navçeyê di sindoqa hejmar 1288’an de 75 deng, li navçeya Sûrê di sindoqa hejmar 1226’an de 188 deng û li navçeya çermûgê di sindoqa hejmar 1084’an de 24 dengên HDP’ê ji VP’ê re hatine nivîsîn.

Rayedarên HDP’ê ji bo vê binpêkirinê wê serî li desteya hilbijartinê ya bajêr bidin.