NÛ BÛ II

Demîrtaş, Tûncel û Zeydan dest bi girêva birçîbûnê dikin

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel û Wekîlê Colemergê Abdûllah Zeydan sibe wê dest bi girêva birçîbûnê bikin.

Demîrtaş û Zeydan ji Navenda Giştî ya HDP’ê re mesaj şandin û wiha gotin:

Ji ber ku Midûrê Girtîgeha Edîrneyê xwe nade ber diyalogê, bi rengekî dij bi hiqûqê tevdigere, kiryarên li derveyî mirovahiyê li ser girtiyên din ferz dike û ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê yên bi rojan e dewam dikin ti gavek ji bo başiyê navêtiye, em jî ji roja Înê û pê ve dikevin greva birçîbûnê.

Em bang li raya giştî dikin ku haya xwe ji grevên birçîbûnê û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan hebe û bi berpirsyarî rabe."

TÛNCEL JÎ TEVLÎ GREVÊ DIBE

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî ragihand, ku ew jî dest bi greva birçîbûnê dike.

'BILA TECRÎDA GIRAN A LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN'

Di peyama Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel de hat gotin, "Grevên birçîbûnê, ku ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan, destpêkirina diyalog û danûstandinê, bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û qedandina zextên li gundan bi rengekî bêdem-bêdorveger li girtîgehan hatin destpêkirin, di asteke krîtîk de ne. Gelekî girîng e ku rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk, partiyên siyasî û gelê me li pêşberî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bêdeng nemînin û ji bo bersiv ji van daxwazên demokratîk re bê dayîn, bala raya giştî ya demokratîk bikişîne ser mijarê. Di navbera 1-5'ê Nîsanê de ez ê tevî komek ji hevalên xwe, ji bo bersiv ji van daxwazan re bê dayîn, li Girtîgeha Hejmara 9. a Sîlîvriyê bikevin greva birçîbûnê."