Demîrtaş: Faşîzm bi berxwedana radîkal dikare bê têkbirin

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş di salvegera duyemîna  Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, komkujiyên Amed û Pirsûsê de axivî û got, faşîzm bi berxwedana radîkal dikare were têkbirin.

Nûrettîn Demîrtaş, mirovên ku di komkujiyên 5'ê Hezîranê li Amedê, 22'ê Tîrmehê li Pirsûsê û 10'ê Cotmehê li Gar a Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Demîrtaş diyar kir, ku ev komkujiyên wê wextê bi destê AKP/Erdogan hatin kirin, êrîşên ji bo qirkirinê bûn û got, "Ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin, bi her awayî têkoşîn hate dayin. AKP'ê ev êrîş xist stuyê DAIŞ'ê. Lê belê her kesî dît ku yê DAIŞ'ê xwedî dike, mezin dike û bi ser gelan ve diajo, AKP/Erdogan e. Ji xwe yên ku komkujiyên 5'ê Hezîranê li Amedê, 22'ê Tîrmehê li Pirsûsê û 10'ê Cotmehê li Enqereyê plan kir û bi cih anî AKP/Erdogan e. Piştî komkujiya 10'ê Cotmehê hin kes ketin nava bendewariya îstifayê. Ev bendewarî şaş bû. Ji ber ku îstifakirina kesên ev komkujî plan kirine, nedibû bihata hêvîkirin. Weke ku tê zanîn, Wezîrê Karên Hundir ê wê demê hema npiştî êrîşa 10'ê Cotmehê ya li Gar a Enqereyê daxuyaniyek da û îdîa kir ku ti kêmasiya ewlekariyê nîne."

Nûrettîn Demîrtaş anî ziman, ku AKP/Erdogan ev rêze komkujiyên di sala 2015'an de pêk anî veguherand şerekî topyekûn û di vê çarçoveyê de êrîşên li dijî berxwedana xwerêveberiyê, pêkanînên Rewşa Awarte û pêla girtin û binçavkirinê bi bîr xist.

Demîrtaş got, "Desthilatdariya AKP'ê, hem li Tirkiyeyê, hem jî li Kurdistanê dest bi pêleke giran a faşîzmê kir. Lewma AKP/Erdogan bi rêya van komkujiyan xwestiye kaos û şerekî topyekûn derxîne. Xwest dest bi şerê qirkirinê bike û dest pê kir jî."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Demîrtaş da zanîn, ku rejîmên faşîst ti carî bi sindoqan û hilbijartinê têk neçûne û destnîşan kir, her şêweyên têkoşîna li dijî rejîmên faşîst, rewa ne û divê bên kirin. 

Demîrtaş da zanîn, berxwedana gerîla ya îro li Kurdistanê heye, hem derbên giran li dewleta mêtinger qirker a Tirk dixe, hem jî dibe hêvî û daxwaza têkoşînê ji bo gelan.

Demîrtaş anî ziman, ku pêwîstî bi eniyeke hevpar a demokratîk heye ji bo têkbirina faşîzmê û wiha dewam kir: "Girîng e hêzên demomkrasiyê li nava eniyeke hevpar xwe birêxistin bikin û dest bi têkoşîneke radîkal bikin. Têkbirina faşîzmê bi afirandina ruhê Kobanê dibe. Berxwedana şoreşgerî ya radîkal, ku li Kobanê li dijî faşîzma DAIŞ'ê hate nîşandan, rewşeke nû afirand û Kobanê bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe. Yanî, ruhê berxwedanê yê ji bo parastin û rizgarkirina Kobanê hate nîşandan, dikare ji nû ve bê afirandin. Ya ku faşîzmê têk bibe jî ev e."

Têkildarî ruhê Kobanê jî Demîrtaş got, "Ya azadî wê bi ser bikeve, ya jî wê winda bike... Ji ber vê yekê dibêjim, eger bê gotin 'Ya em ê bi ser bikevin, ya em ê bi ser bikevin' û bi vê têgihiştinê têkoşîn bê dayin, wê faşîzm bê qelskirin û têkbirin."

Demîrtaş destnîşan kir, ku ji bo serketinê û avakirina eniyeke hevpar, divê hemû hesab li ser hilweşandina faşîzmê were kirin û got, "Li ser vê bingehê rêbazeke têkoşînê ya radîkal divê bê nîşandan. Pêwîste neyê jibîrkirin; faşîzm bi têkoşîn û berxwedaneke radîkal dikare were têkbirin. Yanî êdî dem ne dema gotinê ye, dem dema têkoşîn û çalakiyên radîkal e."