Demîr: Rewşa Guven her nebaş dibe

Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir, Leyla Guven bêhal bûye, mehdê wê hatiye girtin, car carna nikare avê jî vexwe û gelekî li xwe kêm kiriye.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 83 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.

Rewşa tenduristiyê ya Guven her nebaş dibe. Heyeta Odeya Tabîban a Amedê (DTO) kontrolên rûtîn ên tenduristiya Guven dike. Serokê DTO'yê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir, ji ber tirs û fikarên raya giştî yên li ser rewşa tenduristiyê ya Guven wan heyetek amade kirin. Demîr got, li ser daxwaza parêzeran ji bo tespîtkirina bandora greva birçîbûnê li tenduristiya Guven û kontrolkirina rewşa wê ji aliyê heyeteke pispor ve, wan dest bi kar kirine. Demîr diyar kir, heyetê serdana Guven kir, lê ji ber ku Guven bêhal bû nekarî kontrola tenduristiyê bike. Demîr anî ziman, Guven bêhal bûye, mehdê wê hatiye girtin, car carna nikare avê jî vexwe û gelekî li xwe kêm kiriye

Demîr diyar kir, ji bo muayenekirina Guven wê heyet rojên bê careke din serdana Guven bike.