DBP: Dawî li ambargoya li ser Mexmûrê bînin

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir, ambargoya li ser Mexmûrê dewam dike û xwest, êdî dawî li vê yekê bê anîn.

Hevserokat Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz got, ambargoya li ser gelê li Kampa Mexmûrê ji bilî xizmeta ji bo dewleta Tirk nayê ti wateyê.

Ji 17'ê Tîrmeha 2019'an û vir ve Rêveberiya Hewlêrê ambargo daniye ser Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Kampa ku bi hezaran kes lê ne, di peydakirina dermanan de pir zoriyan dikişîne, ev zorî bi metirsiya şewba koronayê re hê zêdetir bûye. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz têkildarî ambargoya li ser Mexmûrê ji ANF’ê re axivî.

Salîha Aydenîz bibîr xist ku welatiyên li Kampa Penaberan a Mexmûrê ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne û got: "Ji ber şerê dewleta Tirk ê salên 90'î li dijî gelê Kurd dikirin, bi hezaran kes bi rengê kiryar nediyar hatin kuştin, bi hezaran gund hatin şewitandin, wêrankirin û bi hezaran kes ji neçarî koçber bûn. Di vê pêvajoyê de li herêma Botanê gelê me yên li ser sînor, ji bo xwe li dijî van êrîşan û zilmê biparêzin jin, zarok û kal dest bi meşê kirin û sînorên ku van hovan dîsa xêz kirin derbas kirin û ketin nava hewldana qadek jiyanê ji bo xwe peyda bikin. Ev gelê ji ber zilmê reviyayî, ji destê Seddam gelek zilm dît. Ev gelê terkî mirin, birçîbûn û têniyê bûn, çolistana ku lê bi cih kirin bi berdêlên mezin kirin cihê jiyanê."

'DEWLETA TIRK BI DIJMINAHIYA LI KURDAN SÎNORAN NAS NAKE'

Salîha Aydenîz diyar kir ku dewleta Tirk di dijminahiya li Kurdan sînoran nas nake, li ku Kurdek hebe êrîşî wir dike, dixwaze qir bike. Salîha Aydenîz bi domdarî got: "Tirkiye bê ku cudahî bixe nava Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava; li her cihê destketiyên Kurdan lê be êrîş dike, qetil û talan dike. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan û pêwîstiya bi yekîtiya gelê Kurd bibîne. Ambargoya demeke dirêj e li ser xelkê Mexmûrê tê ferzkirin, ji bo li pêşiya nirxên neteweyî yên gelê Kurd, yekîtî li dijî êrîşan bigire ji aliyê dewleta Tirk ve tê dewamkirin. Divê tavilê dawî li vê ambargoyê bê anîn.

'AMBARGO XIZMETÊ JI POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK RE DIKE'

Salîha Aydenîz diyar kir ku ambargo dikeve xizmeta polîtîkayên dewleta Tirk û got, "Di demekê de ku li tevah,ua cîhanê têkoşîn li dijî şewba koronayê tê kirin, pêkanîna ambargoyê ya li ser xelkê Mexmûrê, tê wateya zindakirina gel. Ev ambargo tê wateya ku derb li têkoşîna gelê Kurd a li tevahî cîhanê hatî dîtin, xistine. Ev nêzîkatî xizmetê ji parastina destketiyên Kurdan re nake, xizmetê ji şer û hiqûqa dijminatiyê ya dewleta Tirk re dike."

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz anî ziman ku nayê qebûlkirin ku xelkê Mexmûrê nikaribe pêwîstiyên xwe pêşwazî bike û got: "Îro eger ku xelkê Mexmûrê nikaribe bi awayekî insanî û wijdanî pêwîstiyên xwe pêşwazî bike, ev ji aliyê me ve tişteke ku qet neyê qebûlkirin. Kurdistan yek e û her destketiyên parçeyekê yê hemû Kurdistanê ye. Parastina vê yekparetiyê li dijî yên dijminahiya Kurdan dike erkê me tevan e."

'HER PIRSGIRÊKÊN KURDAN PIRSGIRÊKÊN ME TEVAN E'

Herî dawî Salîha Aydenîz got: "Em DBP partiyek in ku di ferqa berpirsyariyên dîrokî yên tifaqa yekîtiya neteweyî de ne. Gelê me îro berpirsyarî û erkekî dîrokî daniye pêşiya me. Ji ber vê yekê her pirsgirêkeke Kurd pirsgirêka me ye û di berpirsyariya me de ye. Ji bo rakirina ambargoya li ser xelkê Mexmûrê jî em ê her cûre destekê bidin û bidomînin."