Dayikên li Mexmûrê: Heta ambargo were rakirin em li vir in!
Dayikên li Mexmûrê li hemberî ambargoyê 4 roj in di çalakiya rûniştinê de ne. Dayikan bertek nîşanî PDK’ê dan û diyar kirin heta ku ew encamê bistînim wê çalakiyên xwe bidomînin.
Dayikên li Mexmûrê li hemberî ambargoyê 4 roj in di çalakiya rûniştinê de ne. Dayikan bertek nîşanî PDK’ê dan û diyar kirin heta ku ew encamê bistînim wê çalakiyên xwe bidomînin.
Ji bo rakirina ambargoya li ser Mexmûrê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Çalakî di roja 4’an de didome. Ambargoya ku ji aliyê PDK’ê tê kirin jî 50 roj li pey xwe hişt.
Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo ambargo were rakirin 4 roj berê xwestin biçin Hewlêrê û bi rayedarên PDK û hikumeta Herêma Kurdistanê bicivin. Lê pêşmergeyan heqaret li dayikan kirin û êrîşî wan kir. Asayîşa PDK’ê têketina bajêr qedexe kir, li ser vê qedexekirinê dayikan jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
KARA: NEXWEŞÊN ME DIMIRIN!
Dayika Aştiyê Meryem Kara ya ku ew jî di çalakiya rûniştinê de ye, nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û got “Dev ji vê helwesta xwe berdin, ambargoya li ser bi hezaran mirovan rakin. Kurd hemû yek in, ji xeynî me tu kesî me tune. Ji bo mirovayetî û azadiyê bixebitin. Vê ambargoyê rakin. Asayîş nexweşên me bi paş ve vedigerîne û nahêle ku ew tedawî bibin. Nexweşên penceşerê ji bo tedawiyê tên, lê asayîş wan vedigerîne. Nexweşên me yên ameliyat bûne, asayîş wan bi paş ve vedigerîne. Li kampê derman nemaye, destûrê nadin ku derman ji kampê re were şandin.”
WAN: EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN
Dayika bi navê Şerbet Salih Wan a çalakger jî got ku “Em ji rêveberiya herêma Kurdistanê dixwazin ku bila dev ji vê ambargoyê berdin. Em ji bo vî tiştî li vir in û heta ku em encamê bistînin em ê dev ji vir bernedin. Em Dayikên Aştiyê ne. Em nehatine bi tu kesî re şer bikin. Em hatine ji bo aştiyê têbikoşin. Ev der Kurdistan e û em hatine vê derê bijîn. Ev dayik çima li vir in, tew nafikirin jî.”
HEVŞAREDAR ÎLHAN: RÊYA DAYIKAN TÊ BIRÎN
Hevşaredara Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Leyla Arzû Îlhan jî diyar kir heta ambargo bi dawî nebe wê çalakiya xwe neqedînin. Îlhan got “49 roj in deriyê Hewlêrê li ser me hatiye girtin. Me xwest em bi rêveber û rayedaran re bicivin lê Asayîşê nehişt ku em têkevin Hewlêrê û rêya me birî. Ji ber vî tiştî me li ber Asayîşê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Armanca me rakirina ambargoyê ye. Em dixwazin ev ambargo were rakirin. Heta ku vê helwesta dijminane ya li hemberî me bi dawî nebe, em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.
Tekane têkoşîna kampa me yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd e. Me ji bo vî tiştî jiyana xwe feda kiriye. Niha jî pêşiya dayikan tê birîn. Ev dayik tekane armanca wan têkoşîna Kurdistanê ye. Nabe ku rêya dayikan were birîn. Divê were zanîn heta ku em bi rayedar û rêveberan re rûnenên û ev ambargo neyê rakirin, em ê ji vir neçin.”