Dayikên li Mexmûrê berxwedana gerîla silav kirin

Dayikên şehîdan û gerîla yên li Kampa Penaberan a Mexmûrê gotin, "Hebûna gerîla hebûna me ye. Gelê Kurd divê li her cihî rabe ser piyan."

Dayikên gerîla û şehîdan ên li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û gotin, "Ji bo azadiya Kurdistanê em ê li qadan tevî zarokên xwe têbikoşin."

Dayikan li pêşiya Saziya Meclîsa Îştar daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê, endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn daxuyanî da.

Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk PDK'ê û ev berxwedan silav kir.

Nûran Sezgîn got, "Em dewleta Tirk, mala Barzanî û yên ku li hember van êrişan rolê sê meymûna dileyizin şermezar dikin. Ji bo bê îradekirina gerîla bi çekên kîmyawî êriş dike. Lê bila ji bîr nekin ku ew şervanên Rêber Apo ne. Wê ti caran wan bê îrade nehêlin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi îradeya xwe ya ji pola, hemû êrişên dewlet Tirk vala derxistiye. Harbûna wan ji windankirina wan a li çiyayên Kurdistanê ye. Şervanên azadiyê ji Rêbertî, şehîd û gelê xwe re soz dane ku çawa Mehmed Tunçan çok ji dijmin re nedanîne ew jî wê ji dijmin re çok nedanin. Ger îro cerdevanan nedabûna pêşiya dijmin, wê dijmin jî nekarî tiştek bikira. Şerê tê meşandin ne tenê ji bo tinekirina şervanên azadiyê ye, ji bo tinekirina Kurdên azade. Em ê weke dayik û gelê Memxûrê ji bo piştgirdayîna şervanên azadiyê li qadan bin."

Nûran Sezgîn bang li gelê Kurd, dayikên şehîd û şervanên Kurdistanê kir ku rabin ser xwe û wiha got: "Pêwîste gelê Kurd ji bo piştgirîdayîna gerîlayên azadiya Kurdistanê dakevin qadan, her derê bikin cihê têkoşîna azadiyê."

Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî Brxwedana Gerîla", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bimire xiyanet" bi dawî bû.