Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 5 roj in li ber xwe didin

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina wargehê ku PDK'ê ambargo daniye ser 5 roj in çalakiya rûniştinê dikin.

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoya ku PDK'ê daniye ser wargeha wan pênc roj in li ber Asayîşa PDK'ê çalakiya rûniştinê dikin. Çalakî bi şev û roj didome.

Çalakger diyar dikin ku ambargo şêweyekî din ê êrîşên li dijî wan e û wê bi berxwedana xwe êrîşan têk bibin.

Her wiha gotin ku heta ambargoya li ser wargehê bê rakirin wê çalakiya xwe bidomînin.

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîbûna ambargoyê xwestin bi rayedarên PDK'ê û hikumeta Başûr re hevdîtinan bikin û bi vê armancê beriya pênc rojan berê xwe dan Hewlêrê. Lê belê pêşmergeyan ew asteng kirin, heqaret û êrîş li wan kirin. Ji ber vê astengiyê li pêşiya bajêr li ber asayîşa PDK'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ji ber ambargoyê 50 roj in nexweş û jinên ducanî nikarin tedawî bibin.