Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 3 roj in li ber xwe didin

Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li benda kontrolê ya Asayîşa PDK'ê dikin, di roja 3'emîn de ye. Hêzên Asayîşê nehiştin ku kedkarên tenduristiyê rewşa tenduristiyê ya çalakgeran kontrol bikin.

Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû 48 roj in tecrîdkirî ye.

Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin.

Ev 3 roj in Dayikên Aştiyê yên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li ber seytereya Asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirine. Dayîkên aştiyê diyar dikin ku heya ambargoya li ser wargehê nerabe, ew dest ji çalakiyên xwe naberdin û wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Hêzên ser bi Asayîşa PDK’ê heqaret û bê mafî li dayîkên aştiyê kiribû, lê dayîka dawî li çalakiya xwe ne anîn. Bi gotina 'Berxwedan jiyane' bersiv dan hêzên asayîşa PDK’ê.

Di roja yekem de dayîkan xwestin daxwazên xwe pêşkêşê berpirsên asayîşê bikin, lê daxwazên dayîkan nehatin qebûlkirin. Piştre dayîkan xwestin bi berpirsê seyterê re hevdîtinek bikin, lê ji vê yekê re jî astengî hate derxistin û pêşmergeyan êrîşê dayîkan kirin. Li gel êrişa pêşmergeyên PDK’ê heqaret li dayîkan hat kirin. Piştre dayîkan li ber deriyê asayîşa PDK’ê dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Tîma tenduristiyê ya ku xwest rewşa dayîkan kontrol bike ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate asteng kirin.