Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê nerazîbûn nîşanî planên nokeriyê yên PDK'ê da û ji bo diyalogê bang kir.

Însiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Amedê, têkildarî polîtîkaya nokeriyê ya li Başûrê Kurdistanê, li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Aktivîstên TJA'yê, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê, endamên MEBYA-DER û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de endama Însiyatîfa Dayikên Aşitiyê Emîne Denîz axivî.

Denîz, bang li Mesût Barzanî kir ku şerê birakujiyê bide sekinandin, diyalogê bi pêş bêxin û wiha got: "Êdî bes e, bila şerê birakujiyê çênebe. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Em bang li Mesut Barzanî dikin ku Kongreyeke Neteweyî pêk bînin ku hemû kurd tê de cih bigirin, destên xwe bidin dest hev ku ji dewleta Tirk re nebin amûr. Bila destê xwe dirêjî dewleta Tirk nekin, şerê birakujiyê bisekînin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya 'Dayik şer naxwazin, aştiyê dixwazin' qediya.