Dayikên Aştiyê: Êşa dayika Halîse Îpek êşa me ye

Endamên Însyatîfa Dayikên Aştiyê yên Amed, Qoser û Îzmîrê peyamên piştevaniyê dan dayika Egîd Îpek Halîse Îpek.

Endamên Însyatîfa Dayikên Aştiyê, ji bo dayika Halîse Îpek a ku kurê wê Egîd Îpek ê li Dersimê 23’yê Gulana 2017’an di şerekê de şehîd bû û cenazeyê wî bi rêya postayê (PTT) ji bo malbatê şand, bi rêya dîmen peyameke piştevaniyê dan.

Ji Însyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Dayika Raîfe Ozbey: Êşa dayika Halîse êşekî pir mezin e. Hemû dayik kesên ku ev êş bi dayika Halîse dayîn kişandin şermezar dike. Li ti deverên cîhanê cenaze bi rêya karogoyan nayê şandin. Ev yek cara yekê ye li Tirkiyeyê pêk tê. Silav li dayika Halîse dikin û êşa wê parve dikim. Em êşa dayika Halîse ji bîr nakin.

Ji Însyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît: Tevî ku bi salan dayika Halîse ji bo cenazeyê kurê xwe bigire kete tevgerê, lê nedanê. Em dayik vê hovîtî û zilmê qebûl nakin. Bi dîtina wî wêneyê êş me bû sed qat. Bi qasî wê hêrsa me jî zêde bû. Em êşa dayika Halîse parve ikin û sersaxiyê jê re dixwazin. Têkoşîna me wê bidome.

Ji Însyatîfa Dayikên Aştiyê ya Qoser Dayika Xewlet Oncu: Bi şandina cenazeyê Egîd a bi rêya postayê ya ji bo dayika wê pir ez êşandim. Xirabiyek çawa ye ku mirov hestiyên kurê dayikekê bi rêya kargoyê ji bo wan bişîne, nizanim. Xudê sebrê bide wan.

Ji Însyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Dayika Bahiye Yalçin: Li ser navê hemû dayikan sersaxiyê ji dayika Halîser re dixwazim. Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi rêya kargoyê bên şandin. Ji bo aştiyek birûmet em dixwazin zarokên me bisax û selamet vegerin malên xwe.