Dayikan di derbarê tundiya polîsan de gilî kir

Di derbarê polîsên ku li Amedê li dijî dayik û xizmên girtiyan serî li tundiyê dayî, gilî hat kirin.

Polîsên Tirk, roja Yekşemê êrîşî dayikên ku ji bo balê bikêşin ser berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Parka Koşuyolûyê çalakiya rûniştinê pêk anî, kiribûn. Polîsan, bi tundiyê dayik ji parkê derxistibûn û di nav wesayitê de derb kiribûn.

Piştî ku dayik bi wesayîtê 3 saetan li nav Amedê hatî gerandin, li kolaneke nêzî avahiya HDP’ê ya Amedê hatibûn berdan.

Ji dayikên bi tundiyê re rû bi rû mayî Hayriye Demîr, Yaşar Akboga û Rabîa Ataş bi parêzerên xwe re di derbarê polîs û berpirsyarê polîsan de gilîdarî kir.

Di dorhêla, “Bi zanebûn birîndarkirin, êşkence û pêkûtiyên xirab, derb û pêkanîna tundiyê û derbarskirina asta bikaranîna zorê, di derbarê mijarê de biryara çewt dayîn û pêkanîna vê biryarê û astengkirina eşkerekirina azadiya vegotinê” de hate kirin.