Dayîka Plaza de Mayo: Heke tecrîd ranebe wê trajediyeke mezin pêk were

Dayika Plaza de Mayo, Nora Morales Cortînas çû serdana çalakgera greva birçîbûnê, parlementera HDP’ê Dêrsîm Dag.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de pênc endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer roja Yekşemê li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Polîsan êvarî girtibûn ser çalakiyê û ji xeynî Dag, çalakgerên din destgîr kiribû.

Parlementera HDP’ê Dag li avahiya HDP’ê û pênc çalakgerên din jî li nezaretxaneyê çalakiya xwe didomînin.

DIYA WÊ HATE SERDANA WÊ

Diya Dêrsim Dag, Kûdret Dag hatin serdana wê. Diya wê Kûdret Dag diyar kir ku ew ji ber çalakiya keça xwe, wê pîroz dikin. Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê û gelek hatin serdana çalakger û parlementer Dêrsim Dag.

CORTÎNAS: HEKE BERPIRSYARÎ NEYÊ STENDIN WÊ TRAJEDÎ PÊK WERE!

Dayika Plaza de Mayo, Nora Morales Cortînas a ku li Erjantînê ew li zarokên xwe yên winda digerin, hate serdana çalakger Dêrsim Dag. Cortînas diyar kir ku divê hikumet bersivê bide çalakgerên greva birçîbûnê û heke hikumet xwe bêdeng bike wê trajedî pêk werin. Cortînas bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne. Cortînas got  ku, “Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û rewşa çalakgeran li ber çavan werin girtin. Em dema vegeriyan Erjantînê, em ê çavdêriyên xwe yên li vê derê ragihînin wê derê. Divê em mafên mirovan biparêzin.”

Cortînas di 2’ê Adarê de çûbû serdana Leyla Guven.