Dayik Ozmen: Divê dawî li tecrîdê bê anîn
Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rewşa girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 1 a Hîlwanê roj bi roj giran dibe.
Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rewşa girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 1 a Hîlwanê roj bi roj giran dibe.
Alî Erdem, Omer Ozmen, Enver Kanmaz û Mûhammed Îlgun ku ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj giran dibe.
Dayika Omer Ozmen Zeynep Ozmen çend roj berê bi kurê xwe re axivî û diyar kir, girtiyên di berxwedana grevên birçîbûnê de ne gelek kîlo li xwe kêm kirine.
Ozmen got, bersiv ji pêwîstiyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne nayê dayin û diyar kir, rêveberiya girtîgehê zexta li girtiyên di greva birçîbûnê de ne gelekî zêde kiriye.
Zeynep Ozmen destnîşan kir, girtî di berxwedana xwe de bi biryar in û got, "Divê dawî li tecrîdê bê anîn."
Ozmen got, di vê mijarê de çi ji destê kê tê divê teqez destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bikeve nava liv û tevgerê.